Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê, li rojavayê bakurê Sûrîyê du gund ji destê serhildayan derxistin.
SOHR dide zanîn ku hêzên serhilda jiber encama êrîşên esmanî û topbarana hêzdar yên hêzên hikûmetê neçar man ku ji wan gundên el-Cabîn û Til Melah derkevin.
Serhildayan, ew gundên li bakurê Hema, di destpêka Hezîranê de ji hêzên hikûmetê standibûn.
Rojnameya al-Watan ya ser bi hikûmetê ragihand ku artêşa Sûrî li herêmê pêşveçûna xwe didomînin û girokên Rûsî jî çeperên terorîstan bomberan dikin.