Girjîya li Sînorê Ermenistan û Azerbaycanê Didome

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê didomin.

Reutersê dide zanîn ku di pevçûnên dawî yên Azerbaycan û Ermenistanê de bi qasî 100 leşker hatine kuştin ku ew ji bidawîbûna şerê 2020’an vir ve hejmara herî bilind e.

Wezareta Berevanî ya Ermenistanê da zanîn ku Azerbaycanê bi çekên sivik û topan êrîş li dar xistine.

Li gor daxuyanîya wê wezaretê girjîya li sînorê Ermenistan û Azerbaycanê îro Çarşemê jî didome.

Di pevçûnên do Sêşemê de bi kêmî ve 49 leşkerên Ermenî û 50 leşkerên Azerî hatin kuştin.

Rêberên dewletên cîhanê ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê banga aştî û aramîyê dikin, lê her du alî jî ser destpêka pevçûnan hevdu tawanbar dikin.

Azerbaycan bi piştgirîya leşkerî û sîyasî ya Tirkîyê tevdigere û li hêla din jî Ermenistan û Rûsya hevbendên hevdu ne.