Tirkiye û Ermenistan di Hevdîtinên Asayîkirina Têkiliyan de Pêşde Diçin

Dîmenek ji bîranîna Komkujiya Ermenan

ENQERE — Sêşemê danûstandinên bi mebesta asayîkirina têkiliyên dualî di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de piştî du salan ji bêdengiyê ji nû ve hatin destpêkirin.

Berpirsên her du welatan gotin ku weke xala pêşî asankarî bo dana vîzayê ya hin pasportan hat kirin.

Enqerê têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî bi Yerîvanê re di sala 1993 de qut kirbîn dema ku piştgiriya Azerbaycanê dikir di dema şerê wê yê bi Ermenîstan re li ser herêma Qerebaxê, û têkiliyên xwe di van salên dawî de bi Azeriyên etnîkî yên Tirk re xurt kirine.

Piştî ku şerê li Nagorno-Karabaxê bi dawî bû, Tirkiye ya endama NATO hewl dide ku têkiliyên xwe yên aloz yên dîrokî bi Ermenistanê re vejîne.

Wezaretên Derve yên Tirkiye û Ermenîstanê di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin ku nûnerên taybet yên Tirkiye û Ermenistanê roja Sêşemê li ser deriyê sînorî yê Alîkan-Magara gera pêncemîn ya danûstandinan pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan li hev kirine ku şert û mercên teknîkî yên ji bo ji nû ve vekirina deriyê sînor ê Akyaka-Akhurik ji bo veguhestina hêlka trênê re binirxînin û her weha ji bo xwediyên pasaportên dîplomatîk û fermî karê meşandina vîzeya hevdu hêsan bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan pabendbûna xwe ya bi berdewamiya asayîkirina bê şert û merc tekez kirine, lê dema gera dahatî ya danûstandinan diyar nekirine.

Tirkiye û Ermenistan ji mêj ve bi giranî li ser 1.5 mîlyon Ermeniyên ku Yêrêvan dibêje di sala 1915 de ji aliyê Împaratoriya Osmanî, hatine kuştin, nakokî hene.

Ermenîstan dibêje ku ev jenosîd e. Tirkiye qebûl dike ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de gelek Ermeniyên ku di nava Împaratoriya Osmanî de dijîn di pevçûnên bi hêzên Osmanî re hatine kuştin, lê hejmarên ku Ermenî behis dikin red dike û napejirîne ku komkujî li dij Ermenan pêkhat be.

Jêder: Reuters