Di Êrîşên Esmanî de Dehan Kes li Helebê Hatin Kuştin

Piştî êrîşên esmanî Heleb

Ajansa AFP ji zarê jêderên xwecihî radigihîne ku di êrîşên esmanî yên ser taxên bin kontrola serhildayan de herî kêm 18 sîvîl îro Înê li Helebê hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku firokên rejîmê êrîşên esmanî pêk anîn û 19 kes di wan êrîşan de hatine kuştin.

Nûçegîhanê AFPê li deverên bin kontrola serhildayan ya rojhilata Helebê ragihandiye ku jimareke tax rastî êrîşan hatineû dengê gelek ambulansan dihatin bihîstin.

Jêderekî xwecihî ji ajansê re gotiye ku di êrîşên Bustan al-Qasr de 7 sîvîl, li al-Mashad jî 4 sîvîl hatine kuştin.

Di şerê Sûrîyê de ku di Adara 2011ê de wek serhildanên dijî rejîma Esad destpê kiribûn, heta niha 270,000 kes hatine kuştin.