13400 Êrîşên Terorî di 2016'an de li Dar Ketin

Zanîngeha Maryland ya Amerîka, derbarê êrîşên terorî yên sala 2016'an raporeke berfireh amade kir.

Li gor raporê, par 13400 êrîşên terorî li dar ketin û terorîstên êrîş pêk anîne jî di nav de, 34000 kes jîyana xwe ji dest dan.

Rêjaya terorîstên ku di êrîşên de hatine kuştin, 33 ji sedê temamê kuştîyan e.

Li gor sala 2015'an, êrîşên terorî 9 ji sedê û hejmara kuştîyan jî 10 ji sedê kêm bûye.

Êrîşên terorî herî zêde ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve, li Rojhilata Navîn û li Afrîqa Bakur li dar ketin.

Teror par herî zêde li Pakîstanê kêm bû û li Hindistanê jî pirtir bû.

3 ji sedê êrîşên terora cîhanî, li Ewrupa Rojhilat û Rojava li dar ketin. Di van êrîşan de 350 kes hatin kuştin.

Pisporên Zanîngeha Maryland dîyar dikin ku êrîşên bi maşîneyan zêde bûne û jiber vê hejmara kuştîyan li gor par zêde bûye.

Pispor didin zanîn ku êrîşên bi maşîneyan ne rêbazeke nû ye, lê ew rêbaz li gor salên berê pir tê ceribandin.

Di salên 1970 û 80'an de, IRA û ETA li Ewrupa êrîş li dar dixistin. Di salên 1990'an de, hejmara qurbanîyên terorê kêm bûbû lê piştî 2014'an jinûve bilind bû.