NY: Artêşa Sûrî Êrîşa Kîmyayî ya Xan Şêxûnê li Dar Xist

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êrîşa kîmyayî ya li Îdlib ya Sûrîyê, ku di meha Nîsanê de li dar ketibû, ji alîyê Aetêşa Sûrîyê ve hatiye darxistin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) dîyar kir ku vekolîn gumanên bîragiştî piştrast dikin û gaza sarînê ji firokan bi bombeyan re hatiye avêtin.

"Li gor encamên vekolînên komîsyonê, berpirsê êrîşa bi gaza sarînê ya di 4'ê Nisanê ya 2017'an de li Xan Şêxûnê li dar ketîye, Komara Ereb ya Sûrîyê ye" di raporê de hat nivîsîn.

Di êrîşa li Xan Şêxûn ya Îdlibê de 87 kes jîyana xwe ji dest dabûn.

Serokomarê Sûrîyê Beşar Esat ser îdiayên êrîşa kîmyayî gotibû ku "zirderew" e.

Serokê Amerîka Donald Trump piştî êrîşa Xan Şêxûnê ferman dabû artêşê ku êrîşên muşekî bibin ser Bingeha Esmanî ya Şayratê.

Komîsyona OPCW dîyar kir ku Su-22'yeke Artêşa Sûrîyê ji Bingeha Esmanî ya Şayratê rabûye û 6 êrîşên esmanî birine ser Xan Şêxûnê.