Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya bi wî re gêhişt Washingtonê.
Erdogan dê li Odeya Bazirganî ya Amerîka ji karsazan re biaxife.
Li ber e ku Erdogan û Serok Donald Trump roja Çarşemê di 12:00 de li Qesira Sipî bicivin.
Piştî hevdîtina her du rêberan dê şande jî tevlî wan bibin û dûre dê preskonferansa hevbeş çêbe.
Erdogan piştî Qesira Sipî dê derbazî Lanham ya girêdayî Maryam ya nêzî Washingtonê bibe û dê li wir bi gel û rojnamevanan re bicive.
Çaverê ye ku hin komên Kurd û Ermenîyan dijî Erdogan protestoyan li dar xin.