Tirkîyê û Îmarat Peymanên Bazirganî û Pişesazîyê Îmza Dikin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Ebû Dabî ya paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), 14 Sibat,2022

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê li Ebû Dabî ya paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) ragihand ku "Îmarat li herêma Kendavê şirîka serekî ya bazirganîyê yê Tirkîyê ye."

Erdogan, ku ji 2013'an vir ve cara yekê ye ku serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb dike, îro bi karsaz û berhemkarên wî welatî re civî.

" Me di peywendîyên Tirkîyê û Îmaratê de serdemek nû da destpê kirin. Armanca me ya hevpar ew e ku em peywendîyên xwe yên dualî di her warî de bigihînin asteke pir bilind," Erdogan got.

Hevdem, Erdogan dîyar kir ku "Îmarat ji bo kompanîyên teknolojîya bilind hawirdoreke veberhênanê ya xurt peyda dike. Tirkîyê jî bi nifûsa xwe ya çalak pêşwazîya geşedanên nû dike."

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îmaratê WAM ragihand ku di serdana Erdogan de 13 peyman hatine îmza kirin, di nav wan de bazirganî, pîşesazî, zanistên saxlemî û bijîjkî, veguhestina bejahî û deryayî û herwiha jingehê hene.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Tirkîyê Anadolu jî ragihand ku peymaneke ser berevanîyê hatiye îmza kirin.

WAM'ê da zanîn ku her du welatan bo destpêkirina danûstandinên bazirganî û veberhênana dualî, ya ku mîna Peymana Hevkarî ya Aborî ya Berfireh (CEPA) tê zanîn, belgeyeke hevbeş îmza kirine.

Wezîrê Bazirganîya Derve yê Îmaratê Tanî El Zeyûdî ji Reutersê re ragihand ku ew çaverê dikin ku bazirganîya bi Tirkîyê re bi rengekî berbiçav zêde bibe, piştî ku CEPA bikeve meriyetê.

Wî got ku ew hêvî dike ku her du alî di nav şeş mehan de xalên peymanê zelal bikin û îmza bikin.

Herwiha Erdogan bi prensê cîgir Mihemed bîn Zayed el-Nahyan hevdîtineke pêk anî, yê ku di Berfenbara 2021'an de serdana Ankara kir û peymanên bi mîlyar dolaran çê kir.

Erdogan doh roja Duşemê berîya serdana wî destpê bike eşkere kir ku di vê serdanê de jibo ku peywendî vegerin asta ku heq dike wê gavên pêwîst bavêjin.

"Dîyalog û hevkarîya Tirkîyê û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb jibo aştî û aramîya tevahîya herêma me pir girîng e," Erdogan got.

Tirkîyê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ji destpêka serhildanên Ereban yên deh sal berê vir ve, jibo bandora herêmî pêşwazî dikirin.

Her du welatan di şerê navxweyî yê Lîbyayê de piştgirîya alîyên dijber kirin û herwiha li ser rojhilata Deryaya Spî heta Kendavê pirsgirêkên wan yên dem dirêj hebûn.

Germbûna peywenîyên dîplomatîk dîplomatîk di demekê de tê ku Tirkîyê bi alozîya aborî re rûbirû ye û jiberku Îmarat jî sîyaseteke derve ya nermtir dişopîne ku pêşîtîyê dide aborîyê.

Erdogan îro li Ebû Dabî got ku Tirkîyê Îmarat ewê hewl bidin ku bazirganîya dualî geş bikin û bo"rêkên temamker yên aborîyên her du welatan" derfetên binirxînin.

Tirkîyê bi çend hêzên herêmî û hevalbendên xwe yên rojavayî ser mijarên cuda lihev nake û sala borî dest bi sîyaseteke herêmî ya nû kir.

Lê, hewildanên bi Misir û Erebîstana Saudî re heya niha pir kêm pêşve çûne.