Erdogan bi Hêvîya ku bi Rûsyayê re Navbeynkarîyê Bike, Serdana Ukraynayê Dike

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Pencşemê serdana paytext Kîevê dike da ku bi hevtayê xwe Volodymyr Zelensky re kêşeyên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de gotûbêj bike.

Serdana Erdogan piştî serdanên rêberên endamên NATO yê Brîtanya, Polonya û Holanda bo nîşandayîna piştgirîya bi Kîevê re pêk tê.

Têkilîyên Tirkîyê bi Kîev û Moskowê re baş in, lê Erdogan ragihandibû ku heke Rûsya êrîşê Ukrayna bike wê wek endamekî NATO'yê çi pêwîst be, bike.

Erdogan berîya biçe Ukraynayê ji rojnamevanan re axifî.
Wî anî ziman ku Tirkîyê bang li her du alîyan dike ku dî yalogê bikin û divê krîz lser bingeha hiqûqa navneteweyî bi rêyên aştiyane were çareserkirin.

"Îro emê bi birêz Zelenskiy re hevdîtina xwe pêk bînin. Putin ji me re got ku ewê piştî serdana Çînê serdana Tirkîyê bike.Bêyî pêkhatina van her du serdanan, van hevdîtan, ne rast e ku em bêjin ka em dikarin çi bikin," Erdogan got.

Hevdem Erdogan got ku "Bi îzna Xwedê emê vê heyama bi pirsgirêk ya di navbera van her du welatan de bi serketî derbaz bikin."

Wî bi berdewamî da zanîn ku daxuyanî yên Ukrayna û Rûsyayê yên heta niha îhtîmala pevçûneke leşkerî ya rasterast kêm kirine.

Wezîrê Berevanîyê yê Ukraynayê Oleksiy Reznikov berîya serdana Erdogan diyar kiribû ku Tirkîyê û Ukrayna wê plana xwe ya çêkirina dronan li Ukraynayê bidomînin.

Herwiha, her du welat wê tevî peymana bazirganîya azad çend peymanên din jî îmza bikin.