Erdogan Dixwaze Putin û Zelenskyy Bicivîne

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re axifî.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Erdogan ji Putin re gotiye ku ew dikare bo civîna wî û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy mazuvanîyê bike.

Erdogan daye zanîn ku bo di hin mijaran de lihevkirin çêbe divê rêberên weltan bicivin.

Hesabê Twitterê yê Serokomarîyê Tirkîyê jî ragihand ku Erdogan û Putin ser rewişa dawî ya şerê Rûsya û Ukrayna axifîne û derbarê kêşeyên însanî danûstandin kirine.

Li gor daxuyanîya serokomarîyê, Erdogan dîyar kiriye ku şer kêrî ti kesî naye û daye zanîn ku divê ew bala xwe bidin ser dîplomasîyê.

Erdogan ji Putin re gotiye ku divê ew bo rewişa sîvîlan baldar bin û divê korîdorên însanî bê kêşe vekirî bin.