Erdogan Dibêje Mihemed Bîn Salman Wê Serdana Tirkîyê Bike

Erdoğan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê dîyar kir ku Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed bîn Salman wê di 22'yê Hezîranê de serdana Tirkîyê bike.

Erdogan ragihand ku ewê Çarşema pêş li Qesra Serokomarîyê ya li Enqere mazûvanîya Prens Mihemed bike û wê di navbera şandeyên her du welatan de hevdîtin werin kirin.

Wî serdana Prensê Cîgir Mihemed bîn Salman wek serdaneke fermî bi nav kir.

"Bi îzna Xwedê wê derfeta me ya nirxandinê hebe ka emê karibin têkilîyên Tirkîyê û Erebistana Saudî heta çi astê bilindtir bikin," Erdogan got.

Hikûmeta Erebistana Saudî ser ragihandina Erdogan heya niha ti daxuyanîyê nedaye.

Erdogan di 28'ê Nîsanê de serdana Erebistana Saudî kiribû ku serdana asta herî bilind ya van salên dawî bû.

Serdana Erdogan piştî hewldanên bi mehan ya bo başkirina têkilîyan pêk hat; betalkirina doza kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî li Stenbolê di 2018'an de jî di nav de.