Erdogan Dibêje Ew Naxwaze bi Mitsotakis re Bicive

Mitsotakis û Erdogan di civîna NATO de (Hezîran 14, 2021)

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis heta xwe topî ser hev dike ewê bi wî re necive.

Tirkîye û Yunanistan bi salan e ser esmanê bo firînê, rewişa giravên li Egeyê, sînorên li Derya Sipî, çavkanîyên hîdrokarbonê û Qibrisê li hev nakin.

Jiber nîqaşên ser esmanê bo firînê û giravên li Egeyê girjîya di navbera Tirkîye û Yunanistanê di demên dawê de jinûve gur bûye.

Erdogan da zanîn ku Mitsotakis li Kongresa Amerîkî ji Washingtonê xwestiye ku ew firokên cengê yên F-16 nefiroşin Tirkîyê û dîyar ku ew ji wê çaxê vir ve bo wî tune.

Serokomarê Tirkîyê di vegera ji Madrîdê de dîyar kir ku heta Mitsotakîs xwe topî ser hev dike ne pêkan e ku ew bi wî re bicive.