Erdogan Îdîayên Rêberê Mafyayê Red Dike û Soza Dadmendîyê Dide

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Çarşemê îdîayên gendelî û tawanên din yên rêberê mafyayê Sedat Peker derbarê karbidestên payebilind û hevalbendên Erdogan red kir.

Erdogan wezîrê karên navxweyî yê hikûmeta xwe Süleyman Soylu parast û soza edaletê da.

Sedat Peker gelek salan ji sûcên cuda di girtîgehê de ma, ji 2ê Gulanê û vir ve li ser Youtubê vîdyoyan parve dike û di îdayên xwe de Soylu û hin karbidestên din dike armanc.

Her yek vîdyoyekî Peker bi milyon caran tê temaşekirin.

Wezîr Suleyman Soylu tawanbarîyên Peker qabûl nak, lê partîyên opozîsyonê bi sedema vîdyoyan rexneyên tund dikin û ser hikûmeta Erdogan gefan pêk tîne.

Erdogan, îro di axaftina xwe ya ji parlamenterên partîya xwe de cara yekê ser mijarê peyivî û got ku armanca vîdyoyan zarardayîna Tirkîyê ye.

Wî destnîşan kir ku hikûmet dê li çar aliyê cîhanê sûcdarên tawanên rêxistînî, bişopîne, wan bîne welêt û wan radestî dadmendîyê bike da ku van 'lîstikan' pûç bike.