Erdogan Dibêje Divê Îsraîl Hesabê Tawanên Xwe yên li Gaza Bide

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê ragihand ku divê rê neyê dayîn ku Îsraîl ji tawanên xwe yên Gazayê bireve.

“Ji destdana jîyanên 17 hezar Filîstînîyan ku piranîya wan zarok û jin in, tawanên dijî mirovahî ye û tawanên şer in. Divê Îsraîl ji van tawanan rizgar nebe."

Erdogan di gotara xwe ya li Hilcivîna Hevkarîya Kendavê li Doha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî tawanbar kir.

Wî anî ziman ku Netanyahu ku rûbirûyê pirsgirêkên qanûnî ye, jibo dirêjkirina desthilata xwe ya sîyasî tevahîya herêmê dixe xeterîyê.

"Rêvebirîya Netanyahu bi armanca ku jîyana xwe ya sîyasî dirêj bike ewlekarî û siberoja tevahîya herêma me dixe xeterîyê."

Erdogan, ku rexnegirekî tund yê kiryarên Îsraîlê yên li Gaza ye, gelek caran bang kiriye ku Netanyahu jiber tawnên şer were darizandin.

Bi alîyekî din ve, ajansa nûçeyan ya dewleta Tirk ragihand ku karbidestên îstixbarata Tirk hişyarî daye hevtayên xwe yên Îsraîlî ku hewl nedin endamên Hamasê yên li nava axa Tirkîyê bikin armanc.

Ajansa Anadolu ev agahî ji zarê karbidestên îstixbarata Tirk ragihand ku nexwestin navên xwe eşkere bikin.

Anadolu got ku karbidestên Tirk gotiye ku ji berpirsên Îsraîlî re hişyarîyên pêdivî hatine dayîn.

Hişyarîya ku do Duşemê ji hêla ajansê ve hat ragihandin, piştî daxuyanîya Ronen Bar, serokê ajansa ewlekarîya navxweyî ya Îsraîlê Shin Bet hat.

Bar dîyar kiribû ku ajansa wî Shin Bet amade ye Lubnan, Tirkîyê û Qatar jî di nav de Hamasê li her cîhê tune bike.

Ajansê herwiha ji zarê heman berpirsan ragihand ku Tirkîyê berê jî rê li çalakîyên dijqanûnî yên sîxurên bîyanî girtiye û wê rê nade ku ti dezgehên îstixbarata biyanî li ser axa Tirkîyê operasyonan pêk bînin.

Mossad ku ajansa sîxuriyê ya Îsraîlê ye, ji mêjve dihat tawanbar kirin ku li derveyê welêt tev li jimareke kuştinên çekdarên Filistînî û zanyarên navokî yên Îranê bûye.

Tirkîyê mazûvanîya rêvebirên payebilind yên Hamasê dike û serokê wê Erdogan jî gotibû ku hikûmeta wî Hamasê wek rêxistineke azadîxwaz dibîne, ne wek rêxistineke terorîst.

Jêder: AP