Pisporên Amerîkî Daxwaza Tirkîyê ya Kirîna F-16’an Çawa Dinirxînin?

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê dîyar kir ku ger Qesra Sipî rê li ber firotina firokeyên F-16 ji Enqerê re veke, parlamentoya Tirkîyê jî wê soza xwe ya pejirandina endamtîya Swêdê ya NATO’yê bi cîh bîne.

"Heke ew sozên xwe bi cîh bînin, wê parlamentoya me jî soza xwe bi cîh bîne. Parlamentoya Tirkîyê wê ser endamtîya Swêdê ya NATO’yê gotina dawî bêje."

Erdogan di vegera xwe ya ji Azerbaycanê de ji rojnamevanên Tirk re ser ev daxuyanî da.

Ser pirsekî, Erdogan karvekişîna demkî ya Senatorê Amerîkî Bob Menendez jî nirxand, yê ku bi tundî dijî firotina F-16’an ji Tirkîyê re derketibû û niha bi tawanbarîya bertîlê re rûbirû ye.

"Yek ji fikarên me yên herî girîng yên di derbarê F-16’an de çalakîyên a Senatorê Amerîkî Bob Menendez yên dijî welatê me bû. Loma Wezîrê me yê derve vê pêyvajoyê ji nêz ve bişopîne, " Erdogan got.

Serokê Tirk balkişand ser hevdîtîna wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan û wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û got ku ew gotûbêj hê jî didomin.

Fîdan û Blinken di 22’ê Îlonê de, di çarçevoya civina giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Newyorkê hevdîtîneke kiribûn, lê her du alîyan jî ti daxuyanî nedabûn.

Erdogan rewşa Senatorê Demokrat Menendez wek derfeteke bo Tirkîyê pênase kir, yê ku serokê komîteya têkiliyên derve ya Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka ye.

"Lê, niha em vê rewşê veguherînin derfetê û wê sûdmend be ku careke din bi wî (Antony Blinken) re hevdîtin were kirin. Bi vî awayî dibe ku derfeta me hebe ku em pêyvajoya F-16’an de bidin lez kirin,” Erdogan got.

Wî bi berdewamî anî ziman ku ne tenê li ser F-16’an, Menendez û yên ku di nêrîna wî parve dikin Tirkîyê di hemû mijarên din de jî asteng dikin.

"Derketina Menendez ji pêyvajoyê di berjewendîyê me de ye, lê çareserîya kêşeya F-16’an tenê ne girêdayê wî ye, " Erdogan got.

Michael Werz yê ku li Center for American Progress (CAP) ya Washington DC, pisporê payebilind yê ewlekarîya neteweyî, siyaseta peywendîyên derve û heriha Tirkîyê ye, jibo Dengê Amerîka daxuyanîyên Erdogan nirxand.

Werz ragihand ku tevî Erdogan nebûna Senator Menandez wek derfeteke bo pejirandina firotina F-16’an dibîne di rastîyêde rewş ne wîha ye û biryara ser F-16’an girêdayê Menandez nine.

"Ez bawer nakim ku kiryarên nayê efûkirin yên Senator Menendez û pêkana dawîbûna karîyera wî ya siyasî li ser biryarên hikûmeta Amerîkî yîn tekildarê Tirkîyê, bandoreke bike," Werz ji Dengê Amerîka re got.

Aaron Stein ku li sazîya Foreign Policy Research Institute (FPRI) û War on the Rocks pisporê ewlekarî û Rojhilata Navîn e jî b ragihand ku Erdogan pêkana nebûna Senator Menandez ya di ware biryara F-26’an de xelet dinirxîn e û ew rewş bo Enqerê ne derfet e.

"Senator Menendez bo firotina jetên F-16’an astengîyek cidî bû, lê ew ne tenê yekane kes bû ku ew biryara asteng dike," Stein ji Dengê Amerîka re got.

Erdogan destnîşan kir ku ser biryara F-16İan Enqere niha li benda bersîveke zelal ya ji Washingtonê ye.


"Em hêvî dikin ku encamên erênî yên ku em li bendê ne, emê bê derengmayînek din werbigirin," wî got.

Pispor Werz hevdem bo Konferansa Ewlekarîyê ya Munihê ser Amerîkaya Bakur û peywendîyên piralî şêwirmendîyê jî dike.

Wî balkikand ser helwesta Erdogan ya nepirandina emdamtîya Swedê ya NATO’yê got ku ev helwest wê ser ‘bersîva zelal’ ya ji Washingtonê ku hevî dike êrenî be, wê bandoreke neyînî bike.

"Rastîya ku Tirkîye bo demeke wiha dirêj e ku beşdarîya Swêdê ya bo NATO’ yê asteng dike ku di asteke jiyanî de girîng e û hewl dide ku ji hevbendên xwe yên NATO’yê pirtir tawîzan bigire; li Washigntonê bandorek neyînî ya berbiçav çê kir û Tirkîyê çend dostên xwe yên mayî jî hinda kir," Werz ji Dengê Amerîka re got.

Dr.Stein bawer nake ku li ser dayîna F-16’an Washington wê di demek nêzîk de, 'bersîva zelal' bide Erdogan ku ew wek encameke erênî dibîne.

Pispor Stein destnîşan kir ku berîya her tiştî divê Tirkîye gava yekê bavêje; daxwaza Swêdê bipejirîne û piştre wê rêya firotina F-16’an vebike.

"Ev pêyvajoya niha dikare biryara firotanê hêsantir be, lê rêgeh pir girtî xuya dike, " Stein ji Dengê Amerîka re got.

" Erdogan sozeke da Biden. Ti kes parlamentoyê (ya Tirkîyê) cidî nagire. Ger Erdogan ji parlamentoyê re bêje, endamt îya Swedê erê bike, ewê jî erê bikin. Rêgeh dîyar e û divê Erdogan gava yekê bavêje, "

Senator Menendez ku bi wergirtina bertîlê ji sê karsazan tê tawanbarkirin, wan îdiayan bi red dike û dibêje ku wî tiştekî xelet yan dijqanûnî nekirîye.
Senatorê New Jerseyê do Çarşemê ragihand ku wê dev ji senatorîyê bernede, lê jiber lêpirsînê, wî ji rola xwe ya wek serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê bi awayekî demkî dev berdaye.

Tirkîye ya ku endama NATO ye di Cotmeha 2021'an de ji xwestibû ku ji Amerîka 40 firokeyên F-16 yên Lockheed Martin Corp (LMT.N) û bo firokeyên xwe yên şer 79 kelûpelên nûjenkirinê bikire.

Rêvebirîya Serok Joe Biden piştgirî dide firotina bi 20 mîlyar dolarî lê pêjirandina Kongresa Amerîkî jî pêwîst e ku heya niha dîyar nekiriye ku wê daxwaza Enqerê û pêşnîyara Qesra Sipî qebûl bike.

Di vê navberêdê, piştî dagirkirina Ukrayna ji hêla Rûsya ve, Swed û Fînlandîya bo endamtîyê serî li NATO’yê dan. Endamtîya Fînlandîya ya NATO’yê vê di Nîsana borî de ji hêla tevahîya welatên endam hate pejirandin.

Lê,jiber ku Tirkîye û Macarîstanê nepejirandine pêvajoya endamtîya Swedê temam nebûye.

Derengmayîna biryara Washington ya ser F-16’an xeterîyê çê dike, ku alozîya di navbera Tirkîye û hevalbendên wê yên NATO’yê yên bi pêşengîya Amerîka de tund bike, yên ku di derbarê pejirandina endamtîya Swêdê her diçe pirtir ecizî û bêebirîya xwe dîyar dikin.