Erdogan Dibêje Ewê di Sibatê de Serdana Erebistana Saudî Bike

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê dîyar kir ku ewê di meha Sibatê de seredana Erebîstana Saudî bike.

Erdogan ev agahî ser pirsa çareserkirina pirsgirêkên bo derfirotina bi Erebistana Saudî re ragihand.

Wî di vîdyoyekê de, ku li ser torên civakî hate weşandin, bêyî ku navekî bide wiha got:

"Ew di meha Sibatê de li hêvîya min e. Sozek dabû min û ezê di meha Sibatê de serdana Erebîstana Saudî bikim."

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Saudî heya niha bersîva daxwaza şîrovekirinê nedaye.

Erdogan meha borî di serdana xwe ya Qeterê de xwestibû ku bi prensê cîgir Mihemed Bîn Salman yê Erebistana Saudî re hevdîtinê pêk bîne.

Hevdîtin wê demê pêk nehat, lê hat gotin ku dibe ku di demek nêz de pêk were.

Erebistana Saudî di van salên dawî de jiber têkilîyên nebaş yên bi Tirkîyê re, asta derkirîna ji wî welatî pir kêm kiriye.

Tirkîyê niha bo başkirina têkilîyên bi welatên herêmî re, tevî Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb dixebite; jiber ku rewşa aborîya wê bi sedema daketina nirxê diravî û enflasyonê ya xirab dibe.

Erebistana Saudî di 2020'an de dijî kelûpelên Tirkîyê boykoteke nefermî ragihandibû, dema ku alozîya sîyasî ya ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqçî, rexnegirê prensê cîgir Salman zêde bû.

Piştî ku sîxûrên Saudî Xaşiqçî di Cotmeha 2018'an de li Konsolxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê kuşt; Erdogan gotibû ku ev ferman ji "astên herî bilind" yên hikûmeta Saudî hatiye, lê wî navê Salman neanîbû ziman.