Erdogan Dibêje Ewê Pirsgirêka Enflasyonê Çareser Bikin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir divê welatîyên Tirk bi hişmendî tevbigerin û ji panîkê dûr bikevin.

Hevdem, Erdogan dîyar kir ku Tirkîye dikare enflasyona salane ya ji %20 ya niha ya demûdest çareser bibe.

Erdogan di axaftina xwe ya jibo parlementerên partîya xwe ya desthilatdar AKP ya li parlamentoyê de got ku nerewa ye ku aborîya Tirkîyê tenê li ser bingeha rêjeya enflasyonê were nirxandin.

Hêjayê bîr xistinêye ku ev demeke nirxê lîraya Tirk bi rengekî dîrokî di asta rekorê de dadikeve.