Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Înîyê di vegera xwe ya ji serdana Kîevê di balafirgehê de bi rojnamevanên re ser krîza Rûsya û Ukraynayê axifî.
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan Amerîka û welatên din yên rojavayî tawanbar kir ku krîza Rûsya û Ukrayna "xirabtir" dikin û bo çareserîyê tiştek nekirine û tenê bûne asteng.
"Divê ez bi zelalî vê yekê bibêjim:heke hûn bala xwe bidinê mixabin welatên rojava bo çareserîya vê pirsgirêkê tişteke nekirine.Ez dikarim bibêjim ku ew bi rastî tenê asteng bûn," Erdogan got.
Erdogan ragihand ku ti serokekî Ewrupî ne bişîyan bû ku alozîyê çareser bike.
"Niha li Ewrupa di warê rêberên ku dikarin vê krîzê çareser bikin pirsgirêkeke cidî heye, piştî ku serokwezîra berê ya Almanya Angela Merkel ji kar vekişîya, " Erdogan got.
Hevdem, Erdogan helwesta Serokê Amerîka Joe Biden ya ser rewşê bi tundî rexne kir û anî ziman ku Biden heta niha bo çareserîya krîzê tevkarîyeke erênî nekiriye.
"Dema em li Amerîka dinêrin, Biden heta niha nêzîkatîyeke erênî nîşan nedaye," Erdogan got.
Herwiha, Erdogan da zanîn ku ew "pir qîymetê dide" serdana plankirî ya Serokê Rûsya Vladimir Putin ya bo Tirkîyê.
Wî got ku Putin "bersîva erênî" daye vexvendina wan û wê di demeke nêz de dema serdan Putin were dîyar kirin.
Herwiha Erdogan medyaya navneteweyî jiber şêwaza ragihandina krîzê rexne kir.
"Ez bawer dikim ku şêwaza ragihandina medyaya navneteweyî ya mezinbûna alozîya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, ji baştirkirinê zêdetir zirar daye," Erdogan got.
Erdogan roja Pencşemê li Kîevê bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hevdîtin kir û pêşnîyara xwe ya bo navbeynkariya krîza bi Moskowê re dubare kir.
Zelenskiy pêşwazîya ramana Erdogan kir, ya darxistina hilcivîneke û kirina danûstandinên bo çaresîya krîzê li Tirkîyê.
Erdogan û Zelensky bo hilberîna parçeyên dronên Tirkîyê li Ukraynayê peymaneke îmza kirin, ku firotina wan dronan bo Kîevê Moskow jixwe hêrs kiriye.
Amerîka û welatên Ewrupî jiber bicîhkirina zêdetirî 100.000 leşkeran ji hêla Rûsyayê ve li nêzî sînorên Ukraynayê bi fîkar in.
Moskow gotarên welatên rojavayî yên ser dagirkirina Ukraynayê red dike.
Rûsya ji wan daxwaza garantîyên ewlehîyê dike û dibêje ku ger daxwazên wê neyên bi cîh kirin ew dikare tedbîrên leşkerî bigire.
Tirkîye, ku li Deryaya Reş bi Ukrayna û Rûsyayê re sînorên deryayî parve dike, ragihandibû ku pevçûnek leşkerî nayê qebûl kirin û hişyarî dabû Moskowê ku wê dagirkirin neaqîlane be.
Erdogan ragihandibû ku heke Rûsya êrîşê Ukrayna bike wê wek endamekî NATO'yê çi pêwîst be, bike.
Lê, hevdem Erdogan hemberî toleyên ser Rûsyayê derketibû ku hevalbendên din yê NATO'yê dibêjin dibe ku ewê ragihinîn.
Ji alîyê din ve dema ku Tirkîyê di warê berevanî û enerjiyê de bi Rûsyayê re hevkarîyê dike, dijî polîtîkayên wê yên li Sûrîye û Lîbyayê disekine û her wiha hemberî dagirkirina Kirimê ya di 2014'an de ye jî.
Hin welatên rojavayî Tirkîyê jiber hevkarîya wê ya bi Rûsyayê re, bi dûrketina ji NATOyê li ser tawanbar dikin, ku di 2020'an de bû sedema toleyên Amerîkî dijî Enqerê ye.
Tirkîyê vê yekê red dike û dibêje ku ew dikare bi hemû welatan re têkilîyên erênî ava bike.
Jêder: Reuters û AFP