Reuters: Erdogan Wê Di 9'ê Gulanê Serdana Washingtonê Bike

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Amerîka Joe Biden (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Înê ragihand ku serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê di 9’ê Gulanê de li Washington DC bi serokê Amerîka Joe Biden re hevdîtinê bike.

Reutersê ev agahî ji zarê karbidestekî ewlekarî yê Tirk ragihand.

Karbidestê Tirk di derbarê serdana Erdogan de zêdetir agahî neda. Lê, wî dîyar kir ku serokê ajansa îstîxbarata Tirkîyê (MÎT) Îbrahîm Kalin wê bi endamên Civata Nûneran ya Amerîkayê re ser serdana Erdogan û mijarên din yên dualî bicive.

Ji alîyê din ve, Wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan û yê Berevanîyê Yaşar Guler do Pêncşemê û îro li Enqerê bi şandeyeke Amerîkî re civîne.

Washington û Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê, heya niha li ser vê civînê ti daxuyanî nedaye.

Serdana Washington ya di 9’ê Gulanê de wê ji 2019’an vir ve bibe serdana yekê ya Erdogan; ku wî bi serokê wê demê Donald Trump re hevdîtin kir û têkilîyên kesane yên her du serokan baş bûn.

Li gor şîrovekaran ji hilbijartina Serok Joe Biden ya di 2020’an vir ve, Enqere li Qesira Sipî hevdîtineke din ya rûbirû daxwaz dikir.

Peywendîyên Tirkîyê û Amerîka, ku hevbendên NATO ne, bo demeke dirêj jiber hevbîrnebûna ser gelek mijaran alozdar bûn. Lê, piştî ku Enqerê di Rêbandanê de endamtîya Swêdê ya bo NATO'yê pejirand, di peywendîyên her du welatan de germbûnek xuya dike.

Hin li ser jimareke mijaran alozî didomin ku rewşa bakurê Sûrîyê jî yek ji wan e. Hêzên Amerîkî bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (SDF) ya bi peşengîya Kurdan re hevalbendîye dike, lê Enqere wan terorîst dibîne.

Washington jî li ser Enqerê givaştinê dike ku derbazbûna kelûpelan ji Rûsya re ji ser Tirkîyê rawestîne û dibêje ku Moskow di şerê xwe yê li Ukrayna de Enqerê bi kar tîne.

Şîrovekar dibêjin ku Biden û Erdogan pêkan e ku şerê Îsraîl û Hamasê û herwiha hevkarîya di pîşesaziya berevanîyê de gotûbêj bikin, tevî kirîna Tirkîyê firokeyên şer yên F-16 ku Washingtonê vê dawîyê pejirandibû.

Hejayê gotinê ye ku Qesira Sipî heya niha serdana Erdogan ya Washington yan ser hevdîtîna Erdogan û Biden ti daxuyanî nedaye.

Jêder: Reuters