Erdogan: Artêşa Tirk Ti Car Çekên Kîmyayî Nexebitandine

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê dîyar kir artêşa Tirk ti car çekên kîmyayî nexebitandiye.

Erdogan di vegera ji Azerbaycanê de ji rojnamevanan re da zanîn ku ewê bo kesên îdia dikin ku Tirkîyê çekên kîmyayî bi kar anîne dest bi lêpirsînên qanûnî bikin.

Medyaya nêzîkî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) vê hefteyê hin dîmen weşandibûn û bi wan dabû zanîn ku Tirkîyê li bakurê Îraqê çekên kîmyayî bi kar anîne.

‘’Hêzên me yên çekdar heta îro ti car çekên kîmyayî nexebitandine.’’ Erdogan got.

Hin karbidestên din yên payabilind yên Tirkîyê do Pêncşemê gotin ku îdiayên ser karanîna çekên kîmyayî ne rast in.

Seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci dîyar kir ku dîmen raber dikin ku gazeke jehrî hatiye karanîn û banga vekolîneke serbixwe kir.

Dozgerên Tirk ser wan gotinên Fîncanci dest bi lêpirsînê kirin ku li gor medyaya dewletê ew bi ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ û ‘’bênirxkirina netewa Tirk û sazîyên Komara Tirkîyê’’ tê tawanbar kirin.