Erdogan: Divê Leşkerê Sûrî ji Îdlibê Vekiş E

Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, roja Çarşemê di gotareka xwe da ya li Enqerê pêşkeş kirî gef li hêzên artêşa Sûrî xwarin û got, eger ku heta dawiya mehê leşkerên Sûrî ji herêma Îdlibê, ji sinorên ku lihevhatin li ser çê bûye, ne vekişe, ewê bi zûrî wan ji wan herêman derxînin.

Erdogan ev gotin di axiftinekê da kir, li Enqerê li hember endamên partîya AKPê ya desthilatdar, axiftina Erdogan di wî demî da hat, piştî ku roja Duşemê li Îdlibê şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkî yên li Sûriyê û yekîneyên arteşa Sûrî da qewimî bûn li bakurê rojhilatê Sûriy ku 8 leşkerên Tirk hatbûn kuştin.

Erdogan got "Eger ku leşkerên rejîma Sûrî paşda xwe ne vikişînin herêmên li paş xalên çavdêrîyê, Tirkîye dê neçar bibe ew bixwe tev bigere". Niha 2 xalên zêrevanî yên leşkerên Tirk ketine pişt xalên ku leşkerên Sûrî lê dimînin û di dorpêç kirîne.

Sala 2018ê Rûsya û Tirkiyê li hevkir bûn ku xalên zêrevaniyê li herêma Îdlib û ya kêmkirina nakokiyan bihên ava kir in, da ku çavdêrîya agirbesta hatî biryar dan bikin.

Li Soçî û Astana çendîn caran Tirkiyê, Rûsya û Îranê li ser nakokiyên Sûriyê peyman û civîn encam dabûn, lê heta niha şer û pevçûn bi taybet li herêma Îdlibê li bakurî rojhilatê Sûriyê dom dikin.

Rûsya piştevaniyê dide rejîma Dîmeşqê û Tirkye jî grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî destek dike, herdu welat di şerê zêdetirî 8 salan da li Sûriyê bûne aliyên terfdar.