Tirkîyê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek du rêxistinên terorîst dibîne.
Lê piştî ku rewşa nû li Sûrîyê destpêkir, HTŞ di nav lîsta Tirkîyê de her çiqas rêxistineke terorîst dîyar bibe jî lê Tirkîyê HTŞ’ê wek rêxistineke damezirînera Sûrîyaya nû, YPG’yê jî ji bo ewlekarîya xwe wek rêxistineke xeter dîyar dike.
Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) vê sîyaseta Tirkîyê rast nabîne û Tirkîyê dawetî sîyaseteke wekhevî dike.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partî Mahfuz Guleryuz ev helwesta Tirkîyê ya dudilî jî Denge Amerîkayê re nirxand. Guleryuz radigîhîne ku Tirkîyê li HTŞ çawa temaşe dike pêdivîye ku YPG’yê jî wisa bibîne:
“Em ji bo Tirkîyê dibêjin bila zagonê xwe bi cih bîne. Bila wekhevî nêzîkî hemû rêxistinan bibe. Eger HTŞ terorîst e, vê gavê emê lazime têkilîyê Tirkîyê li gel HTŞ’ê çawa binirxînin. Serî de Tirkîye pêdivîye vîya zelal bike. Bi kesên terorîst, rêxisinên terorîst re hevdîtin çêkirin meşrûye an na? Dîyar dibe ku di mijara HTŞ’ê de tiştek zelal nîne. Eger bi HTŞ’ê re meşrûye, lazime bi rêxistinên din re jî meşrû be. Tirkîyê di vî warî de pêdivîye rewşeke zelal dîyar bike.”
Guleryuz bangî rayedarên Tirkîyê dike û radigîhîne ku heke Tirkîye li hundir û der li gel Kurdan hevkarî bike dê Tirkîyê qezenc bike. Ew amaje dike ku Tirkîyê pêwîste ji polîtîkayên xwe yê berê û li hemberî Kurdan ji sîyaseteke xwe ya tund dest berde. Guleryuz nêrîna DEM Partîyê ya li hemberî Sûrîyê ji wiha tîne ziman:
“Em li mesela Sûrîyê wiha temaşe dikin. Li gor me Sûrîyê ya gelê Sûrîyê ye. Li vê derê kî dije; Kurd, Ereb, Tirkmen, Sûnî, Elewî, Durzî, Xiristîyan, ango hemû beşên civakê xudanê Sûrîyê ne. Mafê ti kesî an jî dewletekê tuneye ku Sûrîyê dizayn bike û li ser wan biryar bide, gerek gelê Sûrîyê qedere xwe dîyar bikin. Kurd bi hezar salen e li ser vê axê dijîn. Ew li vê derê xudanê dîrok, çand, ziman û axin. Ew li vir meşrûne û parastina ku ew li vir dikin jî meşrûye û ji bo hemû cîhanê jî meşrû dîyar e, lazime Tirkîyê jî vîya meşrû qebûl bike.”
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan piştî guhertina rêveberiya Sûrîyê li hemberî pêkhateyên PYD û YPG’ê ragihandibû ku rêveberîya nû ya Sûrîyê wan naxwaze û divê PYD û YPG ji Sûrîyê vekişin û biçin der.
Lê gelek zanyar û pisporên Rojhilata Navîn van daxwazên Tirkîyê bi rasteqîna Sûrîyê re naguncin. Di rojên borî de Dr. Riza Turmen ji Dengê Amerîkayê re ragihandibû ku ev nêrîna Tirkîyê li hemberî rasteqîna Sûrîyê rast nîne, pêdivîye ku di rêveberî û sîstema Sûrîya nû de Kurd jî cî bigirin.
Pispora Rojhilata Navîn û Akademîsyena Zanîngeha Kurdistan ya Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz jî ev daxwazên Tirkîyê ji rasteqînê dûr dîyar kiribû. Li gor Yilmaz Tirkîyê YPG’ê weke rêxistineke terorîst dibîne û Amerîka jî wek hevalbendê xwe dibîne. Li gor Yilmaz ev rewş ne tenê bandorê li têkiliyên Tirkîy-Amerîka dike, lê belê bandorê li xebatên aramkirina Sûrîyê ji dike.
Berî ku HTŞ Şamê bidest bixe, pispora têkilîyê navnetewî Dr. Ece Baban ji Dengê Amerîka re di derheqê HTŞ û YPG’ê nêrîna xwe wiha anîbû ziman:
“Generalekî Amerîkî, di daxûyanîyeke xwe de li hemberî DAEŞ’ê pêk ve di têkoşîn dayinê de pesnê PYD-YPG dikir. Heke di dahatûyê de PYD-YPG û HTŞ li ser mêzeke rûnên, wê gavê jî hêzên global wê HTŞ bi çavekî din bibînin. Bi ya min evana hemû di demên pêşîya me de bêtir zelal bin.”
Your browser doesn’t support HTML5