Erdogan Dibêje Berê Wan li Rojava Ye, lê Ewê Peywendîyên bi Rojhilat re jî Pêşve Bibin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ew û dewletên Rojavayî her çiqas werin hemberî hevdu jî ewê dev ji pêşvebirina peywendîyên bi dewletên Rojhilatî re bernede.

Erdogan dîyar kir ku ew dixwazin peywendîyên xwe bi BRICS û Rêxistina Hevkarî ya Shanghani (SCO) re pêşve bibin.

Tirkîye, ku endama NATO ye, di mehên dawî de dîyar dike ku ew dikare bala xwe de ser beşdarîya li BRICS û SCO ku di her du koman de jî Çîn û Rûsya hene.

Bi vê helwesta Tirkîyê li Amerîka û Ewrupa fikar çêbûne ku Erdogan ji sekna xwe ya ser jeopolîtîk ya li hêla dewletan Rojavayî dûr bikeve, lê karbidestên Tirk tiştekî wisa tuneye.

Erdogan dîyar kir ku fikarên ser guherandina eksenê bê wate ne û got ku Tirkîye xwe li navendên nû yên hêzê digire û divê ew jibo hemî fersendên aktor û sazîyên din hazir be.

Wî got ku ew dixwazin bi van armancan ji SCO û heta BRICS û ASEAN’ê bi hemîyan re zemîna dîyalogê çêkin.

Serokê Tirkîyê dîyar kir ku wan berê xwe daye alîyê Rojava lê ew nayê wê wateyê ku ewê peywendîyên xwe yên bi Rojhilat re pêşve nebin.

Di BRICS’ê de Brezîlya, Rûsya, Hîndistan, Çîn, Afrîqaya Başûr, Etopya, Îran, Misir û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hene.

Bi taybetî Çîn û Rûsya dijî hikûmranîya aborî ya dewletên Rojavayî dixwazin BRICS’ê fireh bikin.

Jêder: Reuters