Serokomar û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan piştî 18 salan roja Sêşemê serdana Partîya Gel ya Komarî (CHP) kir û bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ve re civîya.
Li gor jêderên agahdar, di hevdîtinê de Erdogan herî zêde guhertina destûrê, Ozer jî pirsgirêkên Tirkîyê wek danîna qayuman, muçeya kesên karkenar (xanenişîn), girtîyên bûyera Parka Gezî hatine rojevê.
Zanyarê sîyasî Prof. Dr. Tefîk Erdem dibêje ku Erdogan û Ozer di vê civînê de daxwazên xwe pêşkêşî hev kirin.
“CHP dixwaze qayum nemîne, lê ez bawer nakim ku Erdogan tiştekî wiha bike jiber ku MHP dixwaze ku ev polîtîkaya qayuman berdewam bike. Danîna qayuman dibe ku ji bo Kurdan wateyeke neyînî be, lê jibo hilbjêrên Tirkîyê yên konservatîf wek tiştekî erênî tê dîtin.”
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk piştrast kir ku di hevdîtinê de erkdarkirina qayuman jî hatiye rojevê.
“Di derbarê qayuman de helwesta me zelal e. Ji kîjan partî dibe bila bibe, heke şaredarîyek jibo milet xizmet bike emê piştgirî bidin. Heke yek rabe erka xwe jibo xizmeta rêxistina terorê bi kar bîne wê gavê ne pêkan e ku em rê bidin.”
Jêderên agahdar dibêjin ku Erdogan di vê civînê de li ser Qanûna Bingehîn ya nû nîrxandineke kurt kirîye û ji CHP’ê daxwaza piştgirîyê kirîye.
Prof. Erdem dîyar dike ku li gor CHP’ê li ser dadgehê vesayeta sîyasî heye û dixwaze ku ev yek were rakirin.
“CHP danîna qayuman jî wisa dibîne û dixwaze ev jî rabe. Dîsa di warê aborîyê de jî hin daxwazên CHP’ê hene. Piştgirî dayîna CHP’ê bi cîhkirina daxwazan ve girêdayî ye.”
Bala Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî li ser vê hevdîtinê bû, jiber ku di rojeva wê de mijara herî girîng betalkirina danîna qayuma ser bajarvanîya Colemêrgê ye.
Parlementerê DEM Partî yê Agirî Heval Bozdag ji Dengê Amerîka re got ku hikûmeta Erdogan di nav qeyraneke sîyasî de ye.
“Erdogan îro dixwaze ku ji polîtîkayên xwe re şîrikan peyda bike. Li Colemêrgê danîna qayumê dîyar dike ku hikûmeta Erdogan di nav qeyrana sîyasî de ye. Gava desthilatî rewatîya xwe hinda bike ew nikare bi civakîkirin be. Lê em dibînin ku desthilatî ji pêvajoya berê jî ders negirtîye.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên dawî yê şaredarîyê de CHP li hemberî AKP’ê serketî bûbû û dengê Kurdan roleke girîng lîstibû. Niha Erdogan ji CHP’ê hin daxwazan dike, lê CHP jî naxwaze dengê ku ji bîragiştî ya Tirkîyê û Kurdan girtîye hinda bike loma jî Ozer jî ji Erdogan hin daxwazan dike.
Your browser doesn’t support HTML5