Gelo Peyamên Erdogan Yên Li Wanê Tên Çi Wateyê?

Recep Tayyip Erdogan

Recep Tayyip Erdogan

Roja Şemîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ku di heman demê de serokê giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye, beşdarî kongreya partîya xwe ya bajarê Wanê bû û peyamên hilbijartinê û ‘qedandina terorê’ dabû.

Tevî ku bo hilbijartinên serokomarîyê û parlamenterîyê 3 sal mayî jî, di axaftina Erdogan de yek ji mijarên sereke hilbijartin bû.

"Emê wek tifaqa Cumhur, di hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê de, bi ser 50 ji sedî re deng qezanc bikin. Piştre jî emê amedekarîyên xwe bikin û di hilbijartinên 2029’an de herî kêm ji 3 bajarvanîyan 2’yan wergirin bin ala xizmetê a AK partîyê,” Recep Tayyip Erdogan got.

Erdogan di berdewamîya axaftina xwe de got ku jibo ew bigihin armancên xwe divê ew ji “terora” 40 salan xilas bin.

“Dema dîwarê terorê yê di navbera 85 mîyonan de hate hilweşandin, wê çaxê emê bi hêztir hevdû hembêz bikin. Bi awayek vekirî bêjim ku ez jiber nêzîkbûna hevpar ya partîyên sîyasî yên ji hevdû cuda ya bo vê mijarê keyfxweş im. Di encamên operasyonên me de rêxistina terorî pir xwîn berze kiriye û li gel pêkhatina şoreşa Sûrîyê, em dixwazin ji rewşa nû ya li heremê derketî wekî derfet hildin dest û mijara terorê çareser bikin,” Wî got.

Lê sîyasetvan Cemal Demîr ku ew di heman demî de parêzer jî, bal dikêşîne ser qanûna bingehîn ku tenê 2 caran destûr dide kesek bibe serokomar û ew dibêje ku li gor qanûna bingehîn hilbijartina Erdogan ne pêkan e.

“Jibo ku Erdogan carek din were hilbijartin divê qanûna bingehîn destûrê bide. Lê dema em li qanûna bingehîn dinêrin Erdogan nayê hilbijartin. Jibo ku Erdotan carek din were hilbijartin divê an pêşhilbijartin pêk were, an jî qanûn were guhartin. Lê li gor şert û mercan di meclîsê de ne mumkin e ku AKP bo guhartina qanûnê ewqas parlemanteran bîne cem hev.”

Demîr dibêje ku niha di qadan sîyasî, aborî û di her alî de kirîz hene û ne mimkun e ku AKP û MHP bi vî awayî heya hilbijartinên 2028’an welat rêvebibin û dibe ku hilbijartinek pêşwext pêk were. Demîr, got ku ew gotina ‘teror’ a Erdogan jî qebul nakin û dîyar kir ku ev peyv jibo çareserîyê xizmet nake.

“Divê di destpêkê de navê pirsgirêkê rast were dayîn. Dema pirsgirêkê di nava kevanokê de wek ‘teror’ pênase bikî, tu hespî nadanî pêşîya erebê (gerdêle), erebê danî pêşîya hespî. Yanî dixwazî pêşîyê encam bigirî, paşê herî dawîyê, ev nayê qebul kirin. Divê jibo rê û rêbazî li meclîsê qanûnek were çêkirin. Jibo ku tundî ji holê rabe, divê li meclîsê qanûnek were çêkirin û li gor wê qanûnê divê komîsyon were avakirin daku mijar bikeve ser bingehek fermî û bo çareserîyê gav bê avêtin.”

Demîr got ku divê tecrîda li ser Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan were rakirin û peyamên Ocalan yêkser bigihin PKK û gel.

Hêjayî gotinêyek ku hevdîtinên li gel Ocalan bi banga Serokê giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî hatibû destpêkirin. Şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partîyê) piştî hevdîtinên li gel partîyên sîyasî, cara duyê li girava İmralîyê serdana Ocalan kir, lê derheqê hevdîtinê de bi berfirehî agahî parvene nekirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Arif Aslan