Erdogan: Putin Wê Vê Mehê Serdana Tirkîyê Bike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dikare vê mehê serdana Tirkîyê bike.

Erdogan got ku dema serdana Putin hîn dîyar nebûye lê wezîr û karbidestên wî ser dîyarkirina demê danûstandinê dikin.

‘’Li gor wan danûstandinan, ez dibêjim qey înşelah ewê di Tebaxê de serdana Tirkîyê bike’’

Putin û Erdogan pêr Çarşemê bi rêka telefonê axifîbûn.

Rêvebiriya Ragihandinê ya Serokomarîya Tirkîyê dîyar kiribû ku Enqere û Moskowê ser dema serdanê li hev kirine.

Kremlînê jî dabû zanîn ku her du alîyan li hev kirine ku ew ser hevdîtina pêkan danûstandinan bidomînin.

Serokê Rûsya herî dawî serê sala 2020’an serdana Tirkîyê kiribû.

Ser pirseke derbarê peymana dexlûdan Erdogan got ku ew û Rûsya dixwazin ku dexlûdan belaş here welatên Afrîqa.

Erdogan dîyar kir ku dexlûdan dê di ser Deryaya Reş re were Tirkîyê, ew dê li welêt bibe ardû û piştre jibo welatên Afrîqa were şandin.

Wî got ku ew niha jî xebatên xwe yên jibo welatên feqîr didomînin.

Jêder: NTV