Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ew li bendê ne ku rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo Tirkîyê hin gavên erênî biavêjin.
Erdogan bi bîr xist ku Tirkîye 52 sal in li derîyê YE’ê sekinîye.
‘’Niha em li bendê ne ku hêla YE’ê bersîva hêvîyên me bidin. Ez bi rêberên YE’ê bi berfirehî axifîm. Min ji wan re got ku êdî dem hatiye ku ew bi erênî li endamtîya Tirkîyê binêrin."
Erdogan vê heftê dîyar kiribû ku ewê endamtîya Swêdê ya li NATO bipejîrinin û beramber wê yekê, divê YE jî endamtîya Tirkîyê bipejîrine.
Erdogan bi berdewamî goti ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê di meha pêş de serdana Tirkîyê bike.
Wî dîyar ku ew û Putin ser dirêjkirina dema Peymana Dexlûdan wek hevdu difikirin.
Jêder: NTV