Erdogan Dibêje Tirkîyê 'Dîyaloga Erênî' ligel Erebistana Saudî Didomîne

FILE PHOTO: Turkish President Erdogan visits Albania

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê ragihand ku welatê wî dixwaze di rojên pêş de gavên konkret bavêje jibo “dîyalogeke erênî” ligel Erebistana Saudî.

Peywendîyên di navbera Enqerê û Rîyad de ji dema kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşogcî di sala 2018'an ve xirab bûne. Xaşogcî di konsulxaneya Saudî li Stenbolê de hate kuştin.

Di wê demê de Tirkîyê daxwaz kiribû ku Prensê Cîgir Mihemed bin Salman û karbidestên din jibo kuştina Xaşogcî werin darizandin. Wekî bersiv, Rîyadê boykoteke nefermî danîbû ser kelûpelên ji Tirkîyê.

Di sala 2020'an de, Erebistana Saudî heşt kes girêdayî kuştina Xaşogcî xist zindanê û cezayên di navbera heft û 20 salan de li wan birî. Wê çaxê Enqerê got ku ew biryar ne li gor tişta ku dihate çaverê kirin, lê ji wê demê û vir ve tona xwe nerm kiriye wekî beşek ji hewildanên Tirkîyê yên baştirkirina peywendîyan ligel welatên Kendavê.

“Em dîyaloga xwe ya erênî ligel Erebistana Saudî didomînin. Em dixwazin ku gavên konkret di dema bê de bavêjin. Em dixwazin prosesekê ber bi alîyê erênî ve bînin holê,” Erdogan di firokeya ku pê ji Îmaratê vedigerîya de got.