Erdogan Bang li Trump Dike ku Dawî li Pevçûnên li Rojhilata Navîn Bîne

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku ew hêvî dike ku Serokê nû hilbijartî yê Amerîka Donald Trump bang li Îsraîlê bike ku hewildanên jibo şer rawestîne.

Erdogan dîyar kir ku ger Trump piştgirîya çekan ya Amerîka ya jibo Îsraîlê bisekinîne ewê seba wî destpêkeke baş be.

‘’Trump soz da ku pevçûnan bisekinîne. Em dixwazin ku ew soz bi cîh were û jibo Îsraîlê re jî were gotin ku bisekine.’’

Wî got ku jibo destpêkeke baş divê Trump piştgirîya çekan ya jibo Îsraîlê bisekinîne û êrîşên wê yên li axên Filîstînîyan û Lubnanîyan rawestîne.

Tirkîye êrîşên Îsraîlê yên li Gaza û Lubnanê bi tundî Rexne dike.

Enqerê ser girjîya li Rojhilata Navîn bazirganîya bi Îsraîlê re sekinand û jibo li Dadgeha Cîhanê beşdarîyê li doza jenosîdê ya dijî Îsraîlê bibe serlêdan kir.

Îsraîl îdiayên ser jenosîdê bi tundî red dike.

Erdogan dîyar kir ku seroktîya Trump wê bandoreke cidî li balansên leşkerî û sîyasî yên li Rojhilata Navîn bike.

Wî got ku ger Amerîka li Rojhilata Navîn sîyaseta xwe ya niha bimeşîne ewê girjî û pevçûnên li herêmê gurtir bibin.

Jêder: Reuters