Serok Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê dîyar kir ku Tirkîye û Lubnan wê li ser Sûrîyê bi hev re bixebitin, piştî têkbirina rejîma Beşar Esad ji aliyê serhildayên î slamî ve.
Erdogan di presskonferansekeê de ligel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Miqatî li Enqera paytexta Tirkîye axîfî.
"Niha li Sûrîyê serdemeke nû destpê kiriye. Em hevbîr in ku divê em mîna du cîranên girîng yên Sûrîyê bi hev re tevbigerin," wî got.
Serokê Tirkîyê anî ziman ku "aramîya Sûrîyê tê wateya aramîya herêmê û nûavakirina welatê wêranbûyî wê bibe karê wan.
Jibo jinûve avakirina Sûriyê Erdogan got: "Ev serdemeke krîtîk e ku divê em bi yekîtî, piştevanî û lihevhatineke hevpar tevbigerin."
Esad revîya Rûsyayê, piştî ku di 8’ê Berfanbarê de, di encama êrîşeke nişkeveyî ya serhildayên bi pêşengîya koma cihadî Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), kontrola paytext Şamê bi dest xistin.
Têkçûyîna Esad bû sedema pîrozbahîyan li Sûrîyê û derveyî wê, û gelek penaberên Sûrî dest bi vegera malên xwe kirin.
Li Tirkîye û Lubnanê jimareke mezin ya penaberên Sûrî hene.
Jêder:AFP