Erdogan Dibêje Nabe ku Meriv Rûsya Paşguh Bike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ew helwestên neyênî yên rêberên din yên dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin qebûl nake.

Erdogan piştî beşdarîya li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ji rojnamevanan re got ku Rûsya ne welatekî wisa ye ku were paşguh kirin.

Wî got ku ew jibo jinûve geşkirina peymana dexlûdan ya Deryaya Reş ku Moskow meha Tîrmehê jê vekişîbû.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku Rûsya di dexlûdan de li cîhanê yek ji dewletên li rêzên pêş e û got ku nabe ku welatekî wisa neyê dîtin.

Tirkîye, ku endama NATO, ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve hem bi Moskowê re hem bi Kîevê re peywendîyên xwe didomîne.

Enqerê piştgirî da yekîtîya axa Ukrayna û jibo wî welatî alîkarîya leşkerî jî kir, lê ew li hember toleyên dijî Rûsya disekine.

Piştî, Rûsya ji peymana dexlûdan vekişîbû Erdogan gotibû ku ewê jibo jinûve geşkirina peymanê bi Putin re bixebite.

Wî bang li dewletên Rojavayî kiribû ku jibo geşkirina peymanê li gor berpirsîyên xwe tevbigerin.

Jêder: Reuters