Wezareta Ragihandinê ya Tirkîyê dîyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re peyivîye.
Wezaretê ragihand ku Erdogan bi Putin re ser gurbûna girîya Îsraîl û Filîstînê û krîza mirovahî ya li herêmê axifîye.
Li gor wê wezareta ragihandinê, Erdogan gotiye ku hovitîya dijî axên Filîstînê û kuştina sîvîlan roj bi roj zêdetir dibe û dîyar kiriye jiber bêdengîya welatên Rojavayî krîz derbazî asteke xirabtir dibe.
Erdogan dîyar kiriye ku ewê hemî tevgerên xwe yên jibo aramîya herêmê bidomînin.
Tirkîye piştgireke xurt ya Filîstînîyan e û rêvebirên payebilind yên Hamasê re jî mazuvanîyê dike.
Enqere, ku jibo herêmê piştgirîya çareserîya du dewletî dike, pêşnîyar kir ku jibo agirbestê navbeynkarîyê bike.
Di serî de, Enqere ya ku dixwest peywendîyên xwe yên bi Îsraîla re baş bike kuştina sîvîlan şermezar kir û banga aramîyê kir, lê her ku şer dom kir helwesta xwe ya dijî Îsraîlê tund kir.
Jêder: Reuters, VOA