Erdogan ji bo 'Helwesta Erênî' ya li ser Peymana Genim Spasiya Putin Dike

Wêne ji Arşîfê ye

Seroktiya Tirkiyê roja Şemîyê got ku serok Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî û ji bo "helwesta erênî" ya di dirêjkirina peymana genim a Deryaya Reş de spasiya wî kir.

Wê got ku wan gavên ji bo başkirina têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê û pêvajoyên derbarê şerê Ukraynayê gotûbêj kirin û Erdogan jî girîngiya bidawîanîna aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de û lidarxistina goftûgoyan di zûtirîn dem de, anî ziman.

Ajansa nûçeyan a RIA Novostî jî ji zarê berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku serok Vladimir Putin bi hevtayê xwe yê Tirk Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî.

Çavkanî: Reuters