Erdogan Dibêje PKK û CHP Danûstandinê Dikin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) piştgirî dide Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokmarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Erdogan got ku Kiliçdaroglu û rêvebirîya PKK’ê danûstandinan dikin.

‘’Mixabin ku Bay bay Kemal û Qendîl hevdîtinan dikin. Qendîl wê pişta van bigire, ewê bi piştgirîya Qendîlê bibe serokomar. Miletê min vî welatî nade wî kesî ku piştgirîya xwe ji Qendîlê distîne.’’

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê, ku tê de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî heye, hefteya borî ragihandibû ku ewê piştgirî bide Kiliçdaroglu.

Karbidestên HDP’ê dibêjin ewê bo têkbirina desthilata Erdogan piştgirîya Kiliçdaroglu bikin ku di piranîya anketan de hember desthilata Erdogan berbijarê herî xurt e.

Xencî Kiliçdaroglu û Erdogan, Sînan Ogan û Muharrem Înce jî berbijarên serokomarîyê ne.

Tirkîye jibo hilbijartina parlamanter û serokomar dê di 14’ê Gulanê de here ser sindoqan ku çavdêr dibêjin ew hilbijartinên herî girtîng yên Tirkîyê ne.

Jêder: AKP, Twitter