Erdogan û Ogan Îro li Stenbolê Hevdîtinê Dikin

Berbijarê serokomarî yê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan û berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan îro li Dolmabahçe kom bûn.

Sînan Ogan di gera yekê ya hilbijartinên serokomarîyê de 5,2 deng sitandibû.

Pisporên sîyasetê dibêjin ku biryara Ogan ya ser piştgirîyê dikare encama gera duyê dîyar bike.

Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu jî îro Înê bi Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag re kom bû.

Partîya Zaferê di Hevpeymanîya Ata de ye û bi gotinên xwe yên dijî penaberên Sûrî tê zanîn.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinan di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.