Erdogan Li Parlemana Tirkiyê Sonda Seroktiyê Dixwe

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Sond Dixwe

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemiyê ji bo heyama nû ya serokomariyê ya 5 salan sond xwar, û desthilatdariya xwe bo dehsala sêyemîn dirêj kir.

Erdogan di merasîma di parlemanê de li Enqerê ku bi zindî di televizyonê da hat weşandin da wiha got:

"Ez wek serokomar li ber miletê mezin yê Tirkiyê û dîrokê bi şeref û rûmeta xwe sond dixwim ku hebûn û serxwebûna dewletê biparêzim... li gor destûrê, dewleta yasayê, demokrasiyê, prensîb û reformên Ataturk û prensîbên komara ilmanî tev bigerim."

Serkirdeyê herî demdirêj ê Tirkiyê, Erdogan di dengdana duyem a 28ê Gulanê de %52.2 bi dest xistibûn.

Serkeftina wî ya hilbijartinan, pêşbîniyên piraniya rapirsiyên giştî serûbin kirin û di demekê hat ku gelekan digot wê qeyrana aborî û awayê danûstandina hikûmeta wî bi erdheja Şibatê re, bibe hokareke lawazkirina asoyên wî.

Çavkanî: Reuters