Erdogan Dibêje Ew jibo Gera Duyê Mîtîngan Çênake, lê Ewê Here Herêma Erdhejê

Berbijarê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan got ku ewê jibo gera duyê ya hilbijartinê civînên wek mîtîngan çêkin.

Erdogan di weşana CNN Turk û Kanal D de dîyar kir ku wan dest bi xebatên gera duyê kiriye.

‘’Emê di rojên pêş me de rind bixebitin û emê bi ti awayî sist nebin. Ez nafikirim ku mîtîngan bikim, lê li herêma erdhejê jibo li cem gel bim em dikarin mîtîngên wek civînan çêkin. Jiber encaman heqaret li afatzedeyan kirine û ew helwesteke pir û pir şaş e. Ezê roja Şemî û Yekşemê here herêma erdhejê."

Erdhejên 6ê Sibatê, ku navend li Mereş bûn, bandor li 11 bajaran kiribû û bervajîya pêşbînîyan, Erdogan di hilbijartinan de li piranîya wan bajaran hêza xwe parastibû.

Tirkîyê dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.

Li hember desthilata Erdogan, berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu heye.

Jêder: AKP