Kurd Li Pêngava Erdogan û Bahçelî Çawa Temaşe Dikin?

Serokomarê Tirkiyê R. Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahceli.

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî li ser sîyasete Kurd pêngaveke nû da destpêkirin.

Herdu şîrîkên Hevpeymanîya Komarî Erdogan-Bahçeli, ji DEM Partîyê dixwazin ku destê ku hatîye dirêjkirin bila were girtin.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) Mustafa Ozçelik, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ew ji hemû çereserîyan re vekirine, lê pêdivîye ku nêrîna hemû Kurdan were girtin.

“Li vê derê ya girîng ewe ku di berika dewleta Tirkîyê de çi proje û plan hene. Em gava li gor tecrûbeyên berê temaşe dikin vê yekê baş dikarin bibînin. Îro li Rojhilata Navîn rewşeke gelek aloz û şereke berfireh heye. Di atmosfereke wiha de pêkane ku Tirkîye jê ditirse ku ev şerê heyî tesîreke li ser Kurdên Bakur bike. Li ber vê jî dibe ku bixwaze bi piştgirîya partîyên opozîsyonê, disa yên ku dengê Kurdan digrin wek DEM partî û Huda Par’ê manewrayeke bike. Lê divê em di vî warî de haydar bin.”

Mustafa Ozcelik

Ev hewl û pêngava Erdogan-Bahçelî li ser Kurdan şiklekî ku pê bawer bibin pêk neanîye. Li ser medya civakî Kurd vê pêngavê wek xapandin Kurdan şîrove dikin.

Bi piranî sîyaseta ku Amerîka li Rojhilata Navîn dimeşîne ji bo Kurdan wek firsendekê dibînin û hişyarî didin ku Kurd careke din bila vê derfetê nerevînin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogulları li ser geşedanên Rojhilatanavîn di daxuyanîyeke xwe de gotibû “Emê destûr nedin ku sînor werin dîzaynkirin” ku ev dîtinên wê jî di medya civakî de rastî êrîşên netewperwerên Kurd hat. Li ser vî jî DEM Partî bi daxûyanîyeke nivîskî piştgirî da Hatîmogullari û bi tundî êrîşên zayendperest û nîjadperest şeremzar kirin.

Tulay Hatimogullari

Piştî daxûyanîyên Erdogan-Bahçelî DEM Partî’yê heta niha bersîveke zelal nedaye, lê parlementerê DEM Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek hestên xwe ji Dengê Amerîka re wiha dîyar kirin:

“Bahçelî û Erdogan di gotinê xwe de dibêjin em dixwazin li der û hundir aşitîyê pêk bînin. Di hundir de armanca wan ewe ku bi Kurdan û sîyaseta Kurdan re aşitîyê pêk bînin. Ya girîn ewe ku gelo ew ji dil dixwazin ku Kurdan bipejirînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin. Îro li ser Makezagoneke Nû tê rawestandin, heke tiştekî wisa tê xwastin pêdivîye ku nasnama Kurdan di vê makezagonê de bi awayekî eşkere were qebûlkirin.”

Sinan Ciftyurek/Parlamenterê DEM Partî

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Duzgun Kaplan jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku di çereserîya pirsgirêka Kurd de ew reş û sipî temaşe nakin, ya girîng ewe ku nasnama Kurd were pejirandin.

“Niha behsa aşitîyê tê kirin. Serî de bêjim; problema herî mezin ya Kurd û Kurdistan e. Heke dewlet çareserîyeke aşitîyane û demokratîk bike em ji vî dur nînin. Wek HAK-PAR, em dibêjin heke çereserîyek tê xwastin hemû partî û dezgehên Kurdan gerek tê de hebin. Di van rojan de li ser makezagoneke nû tê qisekirin, pêdivîye nasnama Kurd di vê derê de cî biger, heke cî negre wê ti pêşketinek jî nebe.”

Duzgun Kaplan

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Baçelî di 1 Cotmehê de di meclîsê de destê Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncel Bakirhan girtibû û gotibû pêdivî bi aşitîyê heye. Di civîna Grubê de jî Bahçelî di axaftina xwe de gotibû, “Destê ku ez dirêjî DEM Partî dikim, nîşaneya dilpakiyê ye û banga bûyîna partiya Tirkîyeyê ye.”

Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştîrî da Bahçelî û ji bo hevkarîyê bangî DEM Partî kir. Erdogan got, “Em hêvî dikin ku ev destê ku me dirêj kirîye were girtin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Nêrîna Kurdan Ser Helwesta Erdogan û Bahçelî