Tirkiyê Bang Li Rojava Dike Ku Li Dijî Kiryarên Îsraîlê Gavên Rêgir Bavêje

Serokê Tirkiyê Tayyîp Erdogan roja Şemiyê got, êrîşên li ser Lubnanê vê hefteyê nîşan didin ku hikûmeta Îsraîlê plan dike ku şer li herêmê belav bike, û bang li welatên rojavayî kir ku li hember kiryarên Îsraîlê "gavên berteng" bavêjin.

Erdogan di civîneke çapemeniyê de got ku şerê Îsraîlê yê li Gazayê dê bibe rojeva axaftina xwe ya roja Sêşemê ya li Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.

Erdogan di civîna çapemeniyê ya li Stenbolê de wiha got: "Ji bo herêma me nekeve nav felaketeke mezin divê zextên li ser Îsraîlê hîn zêdetir bên zêdekirin."

Wî li ser êrîşên li Lubnanê yên vê hefteyê şîrove kir, di nav de jî teqîna amûrên peywendiyê yên hizbullah ku 39 kes kuştin.

Ew êrîş bi berfirehî dihat bawerkirin ku ji hêla Îsraîlê ve hatine kirin, lê wê ne beşdarbûna xwe piştrast kir û ne jî red kir.

Erdogan got, "Dema hatiye ku hemû welatên ku erka wan parastina aştiya cîhanê ye, çareseriyên ku Îsraîlê rawestînin bidin." "Ji bo bidawîkirina vê zilma ku ev nêzîkî salekê berdewam dike, ji bo pêkanîna agirbesteke mayînde û ji bo peydakirina alîkariyên mirovî yên bê asteng, erkên me hemûyan, hemû cîhanê û bi taybetî Neteweyên Yekbûyî hene." got.

Tirkiyê kiryarên Îsraîlê yên li Gazayê şermezar kirin ku weke tolhildana êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê ya di 7ê Cotmehê de pêk hat.

Îsraîl dibêje di êrîşê de 1200 kes hatine kuştin û zêdetirî 250 kes jî dîl hatine girtin. Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Gazayê, di erîşên leşkerî yên Îsraîlê de li Gazayê zêdeyî 41,000 Filistînî hatin kuştin.

Enqereyê her wiha hemû bazirganiya bi Îsraîlê re rawestand û daxwaza tevlîbûna doza Afrîqaya Başûr li Dadgeha Navneteweyî ya Dadmendiyê ya ku Îsraîl bi jenosîdê sûcdar dike, pêşkêş kir.

Îsraîl gelek caran sûcdarkirina dozê ya qirkirinê wekî bêbingeh red kir.

Çavkanî: Reuters