Kurdên Îraq Û Sûriyê Helwestên Ciyawaz Li Ser Şerê Erdogan Yê Hilbijartinan Hene

TURKEY POLITICS ELECTIONS - Turkish President Recep Tayyip Erdogan - Opposition Leader Kemal Kilicdaroglu

Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ji aliyê kurdên Sûriyê û Iraqê ve bi baldarî tê temaşekirin, di demekê de ku berjewendiyên aborî û tirsa gurbûna leşkerî ya herêmî li dijî hin komên kurdî, bi hev re hevrikiyê dikin.

Pevçûnên demdirêj û kujer di navbera Enqerê û komên çekdar ên Kurd de li ser sînorên Îraq û Sûriyê hene.

Lê Tirkiye di heman demê de hevparê aborî yê sereke ye, nemaze ji bo Herêma Kurdistanê ya xweser, ku demek dirêj neftê bi riya boriya ku di ser Tirkiyê re derbas dike û bi mîlyaran dolar têkiliyên bazirganî hene.

Zanyarê siyasî yê Îraqî Mihemed Ezedîn dibêje: "Di warê aborî de, berjewendîyên hevbeş hene."

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, ku 20 sal e hukum kiriye, bi serokê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî re ku 30 sal in li ser desthilatdariyê ye, têkiliyên stratejîk ên sereke xurt kiriye.

Piştî gera yekem a hilbijartinan, ji ber ku hîn deng dihatin jimartin, Barzanî bangî Erdogan kir ku "reîs" (serok) tirk "bawerî û geşbînî" nîşan da ku ewê dijberê xwe Kemal Kiliçdaroglu têk bibe.

Lê hinek kurd li Îraqê û li ser sînorê Sûriyê ditirsin ku bi serketina Erdogan dê li herêmên wan zêdebûneke leşkerî bibe.

Şer û pevçûn di navbera artêşa Enqerê û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Tirkiyê bi dehsalan derbasî Kurdistana Îraqê bûne, herêmeke çiyayî ya dijwar ku her du alî tê de baregehên serbazî kar dikin, û gelek caran sivîl ku dikevin nav agir de.

Li bakur-rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nava bêserûberiya şerê navxweyî yê demdirêj de, rêveberiyeke xweser ava kir, û grûp ji aliyê Amerîka ve wek beşek ji hevpeymaniyeke dijî cîhadîyan tê piştgirîkirin.

Lê belê, Enqerê wan wek beşekî PKK dihesibîne, ku ji aliyê Tirkiyê û hevalbendên wê yên sereke yên rojavayî ve weke grûpeke terorîst tê binavkirin û li pey hev operasyonên leşkerî li dijî wan pêk anîne.

Berjewendiyên Hevbeş

Tevî bandora şer li Kurdistana Îraqê, herêm jî ji cîranê xwe sûd werdigire, ku têkeliyên bazirganiyê bi qasî 12 milyar dolaran di sala 2022an de tê texmînkirin.

Gelek karsaziyên herêmî dixwazin ku her tişt wek xwe bimîne.

Ehmed Krouancî ku li bazara Hewlêrê dikanek heye dibêje: “Ji dema ku Erdogan bûye serokomar em têr bûne. Bi Tirkiyê re bazirganiya zêde heye, rewşa aborî baştir bûye."

Hinekên din nêrînên hevsoziyê bi Kurdên li aliyê din yê sînor re nîşan didin.

Serkeftina Erdogan "ne di berjewendiya kurdên Tirkiyê de ye", Elî Xodr, zilamekî sîh salî, got.

Partiya sereke ya alîgira Kurdan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çewisandina Enqereyê ya li ser pêkhateya Kurd şermezar dike û piştgirî dide Kiliçdaroglu.

Lê tekane handana dijberên serokomar piştî dengdana gera yekem a ku serokê desthiladar pêşwaziyek xweş peyda kir, ew bû ku ji bo cara yekem Erdogan neçar ma ku bikeve gera duyemîn.

Zêdetirî bîs salan, serkirdeyên Hewlêrê peywendiyên nêzîk bi serokomarê Tirkiyê re danîne, ku pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî û pismamê wî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di serdanên xwe yên asayî de bo Enqerê dike.

Ezeddîn wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê her tim hewl daye ku têkiliyên baş bi Tirkiyê re hebe, ku deriyê wan ê cîhanê ye."Ev nêzîkatî li ser bingehên aborî hate avakirin."

Bi salan, firotina rasterast ya neftê xav ji bo Tirkiyê, bêyî erêkirina hikûmeta federal a Îraqê, piştgiryeke aborî bû ji bo Herêma Kurdistanê.

Nakokiya qanûnî ya di navbera Bexda û Enqereyê de bazirganî qut kiriye, lê tê çaverêkirin ku piştî ku hûrguliyên teknîkî û darayî werin çareserkirin, ew ji nû ve dest pê bikin.

Destpêkirina Ji Sifir

Hin kes ditirsin ku serkeftina Erdogan xetera gurkirina şerê Tirkiyê bi PKK-ê re derxe pêş, ku ji sala 1984an ve gur bûye û bi deh hezaran di hundurê Tirkiyê de hatine kuştin û li bakurê Îraq û Sûriyê belav bûye.

Akademîsyen Kamel Omer ji Silêmaniyê, ku duyemîn bajarê herî mezin ê Kurdistana Îraqê ye, got eger Erdogan ji bo demeke din a pênc-salî were hilbijartin, nakokî dikare gurtir bibe.

"Artêşa Tirk wê bandora xwe ya leşkerî li Kurdistanê berfirehtir bike û kûrtir bikeve nava herêma xweser."

Dibe ku senaryoyek bi vî rengî li bakurê rojhilatê Sûrîyê derkeve holê, ku operasyonên li pey hev yên Tirkîyê li dijî YPGê, û berê şervanên Kurd neçar kirin ku ji deverên sînorî dûr bikevin.

"Em ditirsin ku Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne," mamoste Serdar Abbas, li bajarê Qamişlo yê Sûriyê, ji AFP re got, û anî ziman ku ew ji gefa "êrîşên din" ditirse.

Abbas got, "Ew ê ji bo herêmên me bibe karesatek."

Ew dilgiran e ku têkçûna YPGê bibe sedema koçkirina Kurdên Sûriyê, yên ku bi xurtî ji bo statuya xwe ya xweser şer kirin.

Wî got, "Ev tê wateya ku meriv ji sifirê dest pê bike."

Çavkanî: AFP