Di nav sîyaseta Tirkîyê de êdî hilbijartinên pêşwext cîyê herî girîn digre. Li vir jî pirsa herî sereke ewe ku kî dê bibe serokomarê nû yê Tirkîyê?
Ev yek balê yekser dikşîne ser gotûbêjên berbijariya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Li gor hiqûqnasan tê ragihandin ku Makezagona Tirkîyê ya heyî destûr nade ku Erdoganbo cara sêyan bibe namzed.
Parêzer û hiqûqnas Mesût Ozer, li gor Mekezagonê namzedîya Erdogan ji Dengê Amerîka re nîrxand. Ozer radigîhîne ku Makezagona heyî li ser hev tenê du car destûr dide yek kesek.
“Li gor Makezagona heyî di xala 101’an de tê ragihandin ku kesek ji bo 5 salan û 2 car dikare ser hev were hilbijartin. Lê di xala 116’an de jî hatîye tomarkirin ku kesek heke du car hatîye hilbijartin tenê dikare ku di hilbijartineke pêşweşt de sêyem car bikaribe bibe namzed. Lê ev erka hilbijartina pêşwext jî Makezagonê daye meclîsê.”
Li ser sêyem car endamtîya Erdogan jî Ozcan dide zanîn ku rêyek tenê heye ew jî hilbijartina pêşwext e. Ozacan dibêje, “Heke meclîs biryara hilbijartina pêşwext bigre, ku ew jî bi dengê 360 kesî tê girtin, wê gavê Erdogan car din dikare bibe namzed.”
Lê li vê derê tiştê herî balêk ewe ku Erdogan di serî de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di her daxuyanîyên xwe de dibêjin wê hilbijartineke pêşwex nebe. Erdogan çend roj berê jî got, “Em heta sala 2028’an hemû planên xwe çêdikin. Ji bo hilbijartinê 3,5 sal heye û wê di dema xwe de pêk were.”
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî bi heman helwestê îdiayên hilbijartinên pêşwext red kir. Çelîk got, “Bi ti awayî hilbijartina pêşwext nîne.”
Pisporê têkilîyê sîyasî Îbrahîm Uslu ev banga Erdogan û Çelîk ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
“Omer Çelîk du caran dubare kir ku dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Dema ku min gotina yekem bihîst, ez fikirîm ku an bêhiş hatiye gotin an jî tê wateye ku Erdogan di sala 2028’an de wê teqawît bibe. Dema ku dubare bû, îhtîmala bêhişmendiyê ji holê rabû.”
Serokê Kompanya Lêkolînê ya Optîmar Hîlmî Daşdemîr, ku nêzî hikûmetê ye, jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Hevpeymanîya Komarî wê Erdogan car din namzed nîşan bide.
“Di dema nîqaşên hilbijartinê de, rewşeke wisa ye ku rayedarên partiya desthilatdar naxwazin dîroka hilbijartina pêşwext eşkere bikin. Diyar e Erdogan dê bibe namzedê AK Partî û Hevpeymanîya Komarî, kesekî din tuneye. Hilbijartin dikare di mijdara 2027’an de were kirin, ji ber ku sêyemîn car Erdogan bikaribe bibe namzed.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) di serî de opozîsyona Tirkîyê jî pirtir aqaftinên xwe de banga hilbijartinên pêşwext dikin. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozer di qisedaneke xwe de gotibû, “Bila hilbijartineke pêşwext bibe û Erdogan jî bibe namzed ku em ewî têk bibin û serokamarîyê bi dest bixin.”
Your browser doesn’t support HTML5