Erdogan: Tirkiye Amade ye Ji Bo Agirbesta li Gaza Alîkariyê Bike

Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdoğan

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê got ku Tirkiye amade ye bi her awayî alîkariyê ji bo avakirina agirbesteke mayînde li Gazayê bike û kêfxweşiya xwe ji peymana agirbesta li Lubnanê re nîşan da.

Tirkiye ku bi tundî êrîşên Îsraîlê yên li ser Gaza û Lubnanê rexne dike, berê gotibû ku wê potansiyelek gotşbêjan derbarê agirbesta li Gaza bi koma milîtanên Fîlîstînî yên Hamasê re axifit bûn û pêşniyar derbarê çawaniya danûstandinên ser agirbestê dabûn komê.

Roja Sêşemê, Serokê Amerîkî Joe Biden got ku Amerîka dê dîsa ji bo agirbesteke li Gaza jî bixebite û danûstandinan ser agirbesteke mayînde li Kerta Gaza bi welatên weke" Tirkiye, Misir, Qeter, Îsraîl û yên din re," bike.

Erdogan di peyva ku di Parlamena Tirkiyê de bo endamên partiya xwe ya desthilatdar axivî got, "Em diyar dikin ku em weke Tirkiye amade ne her tiştî bikin ji bo bidawîkirina komkujiya li Gazayê û ji bo ku agirbesteke amayînde pêk were."

Li ser pirsa derbarê gotinên Serokê Amerîka Joe Biden, ku gotbû agirbesta li Lubnanê bêyî agirbesta li Gaza têrê nake ku aramî li herêmê çê bibe, berpisekî Tirk gote Reuters Enqere amade ye alîkariyê bike ku rêkeftinek li Gaza jî pêk were, çawa ku piştgirî dabû hewldanên berê.

Berpirsê Tirk got, "Em dîsa amade ne ku ji bo girbestê alîkarî bikin da ku agirbesteke mayînde û çareseryek mayînde li Gaza çê bibe."

Ji destpêka şerê li Gaza piştî êrîşa çekdarên Hamasê ya ser herêmên Îsraîlê, Enqerê gelek caran daxuyanîyên tûnd û gotinên biçûkxistinê li hember Îsraîlê ragihandine, lê têkiliyên xwe bi wê re qut nekirine.

Berevajî Îsraîl û hevkarên wê yên rojavayî, Tirkiye Hamasê weke rêxistineke terorîst nabîne û bi domdarî mazûvaniya hin berpirsên wê yên paye bilind dike.


Jêder: Reuters