Erdogan Dibêje Hilbijartinên 14'ê Gulanê Pir Girîng In

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in.

Erdogan li civata karmendên ya li Enqerê dîyar kir ku di dengdanên 14’ê Gulanê de du nêrînên ji hev cuda hene.

"Di dengdana 14’ê Gulanê de wê du siberoj û civak hebin, wê du nêrînên cuda yên ser dewletê hebin."

Erdogan di axaftina xwe de Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş careke din kir amrnac.

"Demîrtaş di salên borî de bang li gel kir ku dakevin qadan û di encamê banga wî de 51 birayên min yên Kurd hatine kuştinê" Erdogan got.

Erdogan, bi gotinên ser muxalefetê dîyar kir ku opozîsyon dixwaze Demîrtaş ji girtîgehê derxîne, lê wî îdia kir ku gel wê nehêle ku tiştekî wisa biqewime.

Erdogan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel e û Demîrtaj ji dawîya 2016’an vir ve li Girtîgeha Edîrne tê girtin.

Jêder: AKP, Twitter