Erdogan Sê Cîgiran bo Seroka Banka Navendî Destnîşan Dike

Rojnameya fermî ya Tirkiyê îro Înê got ku Serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan sê cîgirên parêzgar ji bo banka navendî destnîşan kir, rojekê piştî ku bankê soza berdewamkirina givaştina diravî ya hêdî hêdî da û pêşbîniya enflasyonê ya dawiya 2023’an bilind kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li şûna sê serokên berê yên bankê, êdî Osman Cevdet Akcay, Fatîh Karahan û Hatîce Karahan wekî cîgirên seroka Banka Navendî hatin destnîşankirin.

Li gor profîla wî ya LinkedIn, Fatih Karahan, ku nêzîk deh salan di Federal Reserve Bank ya New Yorkê de posta aborîzan girtibû, herî dawî ji bo kompanîya Amazonê wekî aborîzanê sereke dixebitî.

Akcay jî aborîzan e ku berê li Yapi Kredi dixebitî û Hatîce Karahan jî akademîsyen û şêwirmenda aborî ya sereke jibo serokomar e.

Çavdêr dibînin ku ev guhertinek pir mezin e di siyaseta Erdogan ya aborî de.

Li gor bazara îro, her yek dolarê Amerîkî dike 26.9560 lîrayên Tirkiyê. Lîreya Tirkîyê 30% ji nirxê xwe di vê salê de daxistiyê.

Jêder: Reuters