Hest Û Helwest: Erdogan ji Serdana Bruksel Çi Bidest Xist?

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdiogan roja Doşemê bi serdanek yek rojî li Bruksel bû, armanca sereke ya serdana Erdogan pirsa milyonan koçberên li Tirkiyê û rewşa aloz ya Îdlibê bû.

Erdogan bi berpirsên NATO û yên Yekîtiya Ewrupa ra civîya, pêşî li gel Sekirterê Giştî yê Hevpeymaniya NATO Jans Stoltenberg civiya û derbarê rewşa aloz ya li Îdlibê ku, di 2 hefetyên derbazbûyî da dehan leşkerên Tirk li wê herêmê hatbûn kuştin.

Herwiha Erdogan li gel berpirsên Yekîtîya Ewrupa civîya, berî ku civînê li gel Erdogan encam bide, Seroka Komîsariya Yekêtîiya Ewrupa Ursula von den Leyen got, ew fişraên Tirkiyê yên derabrê karta penaberan li dij Ewrupa qebûl nakin.

Erdogan di dema serdana xwe da, helwesta Yunanistanê rexne kir û da zanîn ku ew welat rêgire li hember derketina koçber ji Tirkiyê, herwiha behsa alîkariya YE kir bo Yunanistanê ku nêzî 800 mîlyon dolar terxan kirine jibo Yunanistan da ku sinorên xwe biparêze.

Vê jî bixwîne: Erdogan Dibêje ku Ew Pêşî li Penaberan Nagirin

Ji bo danûstandina derbarê vê mijarê û pirsa kanê serokomarê Tirkiyê ji Bruksel çi bidest xist û karîbû berpirsên NATO û yên YE bo alîkariyê qayil bike?

Berpirsên YE û NATO derbarê ku Tirkîye xwe xistîye di nava şerekî navxweyî yê li Sûriyê de, dê çi helwest hebe û konsepta wê ya demên dahatî dê çi be?

Vê jî bixwîne: Hello Washington: Pêkhatina Erdogan Û Putin Çareserî Yan Vegeriyan Bo Çargoşa Yekê

Bernama Hest û Helwest mêhvandarîya berêz, Sebahattîn Korkmaz, Parêzvan û Şirovekarê Siyasî ji Amed(Diyarbekir)ê û berêz Ahmed Dere, Şirovekar û Rojnamevan ji Strasbourg a Fransa kir.

Pêşî berêz Korkmaz got, hesabên Tirkiyê yên li Sûriyê rast derneketin, ji sedema destxistina nav karên Sûriyê Tirkiyê di 6-7 salan da zirara herî mezin dîtiye, yê li Sûriyê têkçûyî Tirkiye ye, pêwîst bû Tirkiyê ev nekirbaye, rewşa aborî xerab bûye, niha jî, Tirkîye ketîye di tengasiyê da, armanca Tirkiyê li Sûriyê ti nekirina Kurdan bû.

Herwiha berêz Ahmed Dere dibêje, konsepta Ewrupa û Tirkiyê derbarê Sûriyê û koçberan ji hev cûdane, taybet li hember desthilata AKPê. Dere herwiha da zanîn ku pirsa bingehîn ya Tirkiyê Kurdên Rojava bû, niha jî pirsa sereke Îdlibe, Yekîtiya Ewrupa li gor daxwazên Tirkiyê bersiv nedan Erdogan.

Your browser doesn’t support HTML5

Hest u Helwest 10 03 2020