Erdogan û Bahçelî Piştî Banga Ser Ocalan Cara Pêşî Dicivin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Pêncşemê dicivin.

Erdogan û Bahçelî herî dawî li mala serokê MHP’ê ya li Beytepe û Enqerê kom bûbûn û civîna li medyayê girtî 45 deqîqeyan ajotibû.

Jiber ku civîna îro ya Erdogan û Bahçelî piştî banga Bahçelî ya ser Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan civîna pêşî ye wek civîneke girîng tê dîtin.

Bahçelî di komcivîna partîya xwe de bang li Ocalan yê li Girtîgeha Îmrali kiribû ku di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de banga sekinandina PKK’ê bike.

Kulîsên parlamana Tirkîyê dîyar dikin ku Erdogan û Bahçelî ser rewşa dawî ji hev cihê difikirin.

Bahçelî ser pirsa rojnamevanekê ya derbarê cudabirîyê bertek nîşan dabû.

Serokê MHP’ê meha borî di roja yekê ya dewra nû ya parlamanê de dest dabû parlamanterên DEM Partî û bi vê yekê re li Tirkîyê nîqaşên ser peyvajoyeke nû destpê kiribûn.

Bi banga Bahçelî ya ser Ocalan minaqeşe gurtir bûbûn.

Erdogan di rojên borî de ser gotinên Bahçelî gotibû ku ew bi awayekî wêrek û dîrokî axifîye.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî ser banga Bahçelî gotibû ku jibo wan girîng e.

Bakirhan dîyar kiribû ku her çiqas ew û Bahçelî û partîya wî ser çareserkirina pirsa Kurdî dûrî hevdu ne, gaveke girîng e ku ew ser muxabatabîyê Ocalan nîşan dide.

Jêder: NTV, VOA, Medyascope, Rojnameya Yeni Yaşam