Erdogan li Amedê Kiliçdaroglu û Demîrtaş Rexne Kirin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê serdana Amedê kir.

Erdogan di merasîmekê de ser Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu axifî.

Wî bûyerên Kobanê yên li Amedê rû dabûn bi bîr xist û got ku derdê wan kesên ku Kurdan dadixin sûkan, ne silametîya wan e.

‘’Derdê wan ne Kurd in, ew merivkuj in, terorîst in. Ewên ku li ber Amedê dikevin, divê çekan deynin û cîhên xwe di siberoja hevbeş de bigirin.’’

Erdogan îdia kir ku Qendîl dixwaze Kurdan bixapîne. Ewê ji Qendîlê piştgirîya Bay Bay Kemal bikib, ji wirê fermdanan didin. Ew dixwazin xwişk û birayên min yên Kurd bixapînin."

Erdogan herwiha got ku di siberoja Tirkîyê de jibo otomobîlên Toros yên sipî û kesên destxwînî yên li serê çîyê, cîh tunene.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku ew li welêt dest bi sedsaleke nû dikin.

Jêder: NTV