Hevşaredarên bajarokê Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek di 15’ê Cotmehê de tevî 14 kesan hatibûn desteser kirin.
Tevî ku hêj darizandin ne qedîyaye, Wezareta Karê Nevxweyî ya Tirkîyê şûna wan qeymeqamê Erdîşê wek qayum erkdar kir.
Di encama darizandinê de ligel hevserok Çetîn 9 kes, bi îdîaya “Endamtîya rêxistina terorî” hatin girtin û ew şandin zindana Wanê. Hevşaredar Çîçek û 4 kes ên din jî bi “Şertê kontrola edlî” hatin berdan.
Esra Akgun, parêzera Yildiz Çetîn, derbarê pêvajoya darizandinê de agahî dan û got ku muwekîlê wê bi avayekî dijî hiqûqê hatiye girtin.
“Berîya dîyarkirina qayum, Çetin hatibû girtin. Jiber biryara veşarî ya dozgerîyê, heta dema darizandinê me nekarî xwe bigihînin naveroka dosyayê. Piştî pirsên dozger, em agahdar bûn ku Çetîn bi sedema, di telefonê de gotina ‘Kurdistan’ bi kar anîye û li ser îfadeya şahidê veşarî hatîye girtin."
Akgun bi berdewamî got ku di dosyayê de jibo girtin, yan jî dîyarkirina qayum ti delîlên berbiçav tunene.
"Bi van darizandinan tê fem kirin ku jibo diyarkirina qeyum Çetin hatiye girtin. Loma emê îtîraz li vê biryarê bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku ligel Erdîşê, hejmara şaredarîyên ku ji destê HDP’ê hatin sitandin bû 13.
Your browser doesn’t support HTML5