Rojhilata Tirkîyê Îro bi Erdhejeke Hêzdar Hejîya

(arşîv)

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku li Meletî ya li rojhilata Tirkîyê erdhejeeke bi hêza 5,9 çêbûye.

AFAD’ê dîyar kir ku di erdhejê de ti kesî canê xwe ji dest nedye û ti xisar jî nehatiye ragihandin.

Li gor ragihandina AFAD’ê navenda erdhejê Qele ye ku 40 kîlometreyan li rojhilata navenda Meletîyê ye.

AFAD’ê tîmên wan jibo rewşa awarte amade ne û xebatên wan didomin.

Erdhej li Heseke, Dêrezer û Heleb ya Sûrîyê jî hat hîs kirin.

Navenda Sîsmolojî ya Ewrupa û Deryaya Sipî ragihand ku mezinîya erdhejê 6,1 e û 9 kîlometreyan kûr e.

Jêder: AFAD, Reuters