Doç. Dr. Ozmen: Di Nav 355 Salan de Sêyemîn Erdheja Mezin Ev E
Erdheja 6 Rêşemî li Tirkîyê gengeşîyeke nû da destpêkirin. Sîsmolog (erdhejnas) amaje dikin ku ev faya Bakûrê Anatolîyê pêkane ku pir carên din aktîv bibe û hin erdhejên mezin çêbibin.
Akademîsyenê Fakûlteya Endezyarîya Avasazîyan ya Zankoya Gazîyê Doç. Dr. Bulent Ozmen, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku, di nav 355 salande li ser vê faya Bakûrê Anatolîyê heta niha sê car erdhejên mezin pêkhatine:
“Cara yekem di 17 Gelawêjê 1668’ande erdheja mezin li vê derê bûye û li ser nêzîkî 600 kîlometreyê bandor vedaye. Ya dûyemîn di 27 Berfanbarê 1939’an de navendawî li Erzîncanê bi tundîya 7.9, ya seyemîn jî navenda wî li Mereşê di 6 Rêşemîyê 2023’an de bi tundîya 7,7 û 7.6 ser hev erdhejên mezin çêbûne.”
Doç. Dr. Ozmen radigîhîne ku di bin erdê de fay, ango şikestin û şemitandina zinaran her gav dibin, lê li ser faya Bakûrê Anatolîyê li gorî gelek cîyên din ev fay bêtir aktîfe xwe nîşan dide. Ozmen gava xisarên van hersê erdhejan qîyas dike wiha dibêje:
“Erdheja herî mezin ya bi tunîya 7,9 ya Erzîncanê ye, lê erdheja herî dawî bêtir bandor li ser avahî û jiyana gel veda. Di çêkirina avasazîya de dibe ku kêmasî bibin lê du erdhejên mezin cara yekeme ku li ser vê fayê li ser hev tên. Vê yekê jî hecma xisarê bêtir zêde kirîye.”
Di vê erdhejê de gelek avahî hatin rûxandin. Ozmen sedama vê zêdebûnê di hêlekê de bi du erdhejên ku li pey hev hatine ve girê dide di hêla din de jî balê dikşîne paşhejên (erdhejên biçûk) ku hatine çêkirin:
“Di vê erdhejê de em dibînin ku gelek avahî rûxîyane. Du erdhejên sereke bivê nevê sedemê mezin in, lê paşhejên ku ser hev hatin ewan jî di hilweşîna van avahîye de rolekî girîng girtine.”
Li Tirkîyê di erdheja Erzîncanê nêzîkî 33 hezar kes mirine, ser 100 hezarî mirov birîndar bûn û nêzikî 116 hezar avahî hilşîyane. Lê di vê erdhejê de hin pispor radigîhînin ku li 10 bajarî xisareke gelek mezin pêk hatîye û avahîyên ku rûxîyane di bin wan de dibe ku ji 100 hezarî zêdetir mirî derkevin.
Your browser doesn’t support HTML5